Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir

Bi hezaranê şêniyên kantona Hesekê û bajarê Reqayê di salvgera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê de herikîn qadan û xwestin da ku dagirkerî ji xaka Sûriyê bi giştî derkeve.

Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li kantona Hesekê û Reqayê bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar kir
18 adar, 2021   16:16
NAVEND NÛÇEYAN

TIL TEMIR

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Temirê û koçberên ji Serêkaniyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda navçeyê kom bûn û ber bi kolanên bajêr ve meşiyan. Xwepêşandêran diruşmeyên şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk, banga bi dawîkirina dagirkeriyê û eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Meş li dawiya kolana Fitistîn a li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Endama Rêveber a Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Cizîrê Ahîn Elî axivî û îşaret bi berxwedan û qehremaniya ku şêniyên Efrînê, YPJ û YPG`ê li dijî êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dabûn meşandin kir û berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) silav kir.

Ahîn Elî di dawiyê de soz da koçberên Efrînê û got: "Bila gelê Efrînê bizanin ku em gelên herêmê ne û heta rizgarkirina bajarên wan em ê bi hemû awayan piştgiriya wan bikin û ji cîhanê re dibêjin ku em gelekî ku tu kes nikare li hemberî wan bisekinin."

KAMPA WAŞÛKANÎ

Li kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê koçberên Serêkaniyê bi meşekê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve şermezar.Meşa ku di nava beşê kampê de geriya li ber deriyê ketina sereke ya kampê rawestiya. Li wir endama Rêveberiya Jinan a Kampa Waşûkanî Wefaa Himêdî daxuyanî xwend. Wefaa Himêdî îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî wan û û li dijî şêniyên Efrînê ku heta vê kêliyê berdewam e, kir.

Wefaa Himêdî diyar kir ku şêniyên Efrînê û lehengên wê yên YPG û YPJ`ê û bi rihê Berxwedana Serdemê canên xwe ji bo parastina welatê xwe dan û 58 rojan li hemberî duyemîn dewleta endama NATOY`yê sekinîn.

Wefaa Himêdî bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û got, artêşa Tirk a dagirker bi hezaran sûc pêk anî û hîn jî li pêşberî çavên cîhanê û civaka navneteweyî sûcan pêk tîne, di encamê de bêdengiya wê dihêle ku bibe hevkara wan sûcan û bang li civaka navnetweyî hate kirin ku sînorekî ji van sûcan re deynin û dawî li dagirkeriyê bînin.

BAJARÊ HESEKÊ Û GUNDEWARÊ WÊ

Bi armanca şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk a ji herêma Efrînê re ku 3 sal li pey xwe hiştiye, bi hezaran şêniyên Hesekê, gundewarê wê û partiyên siyasî meşek li dar xistin.

Şêniyên Hesekê bi dirûşmeya"Na ji dagirkeriyê re û dem dema rizgarkirina Efrînê ye" ji pira Miftî dest bi meşê kirin, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD`ê, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsên"Qêrîna zarokên Efrînê bibihîzin" û çiqilkên zeytûnan rakirin.

Xwepêşandêran ber bi kolana giştî ya diçe çerxerêya Şehîd Serhed ve meşiyan û sloganên"Bijî berxwedana Efrînê, na ji dagirkirina dewleta Tirk a ji herêma Efrînê" berz kirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Serhed veguharî mîtîngê û li wir deqak rêzgirtin girtin, dûvre bi navê Meclisa Kantona Hesekê endama Rêveberiya Meclisê Zeyneb Şikêta û endamê Rêveberiya PYD`ê ya kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivîn.

Zeyneb di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdan di dema Berxwedana Serdemê bi bîr anînû got: "Bi saya hemû pêkhateyên herêmê û yekitiya wan em ê dagirkeriya Tirk têk bibin."

Endamê Rêvber ê PDK`ê ya kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî axivî û diyar kir ku herêma Efrînê hemû neteweyên Sûriyê girt nava xwe û hemû pêkhateyên Sûriyê pêşwazî kir, di heman demê de ji herêmên herî zêde bi ewleh û aram e û ev yek li gotina xwe zêde kir:"Artêşa Tirk a faşîst vê yekê erê nake."

Ebdulxenî Oso di dawiya gotina xwe de da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker di dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û zindîkirina desthilata xwe ya Osmanî de difikire, lê belê gelê herêmê yê bi hev re dijî ne wekî berê ye, lê belê gelê neteweya demokratîk e û dê heta dawiyê li ber xwe bide û dagirkeriyê qebûl neke.

Li aliyekî din Meclisa Navçeya Şedadê meşek orgenîze kir û şêniyên gundewarê başûrê Hesekê jî meşek li dar xist. Şêniyên navçeya Erîşa, Ebdan, Deşîşa, Mergeda û Şedadê tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya qada Azadî ya Şedadê dest pê kir, beşdaran pankartên bi nivîsên "Na ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re" û wêniyên komkujiyên li dijî zarokên Efrînê pêk hatine rakirin.

Li Şedadê xwepêşandêran li pêşiya nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê kom bûn, piştre endamê Rêveber PYD`ê ya nivîsgeha Şedadê Mihêdî El-Dexîm axivî û salvegera 3`yemîn a dagirkirina bajarê Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hat, bi bîr anî.

Mihêdî El-Dexîm got: "Şêniyên me yên li Efrînê di kampan de mercên herî zehmet derbas dibin, lê rêxistinên NY`yê û rêxistinên mirovî xemas in."

Mihêdî El-Dexîm berxwedana QSD`ê ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û dagirker silav kir.

Di dawiyê de endama Rêveber a Kongreya Star a Şedadê Rehef El-Elî jî axivî û soz da ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê û garantiya vegera şêniyên wê destekê bide gelê Efrînê.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WT343S5n28U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê meşek li dar xist, meş ji pêş Navenda Tevgera Ciwanên Ciwanên Şoreşger a navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.

Meş li kolanên sereke yên bajarê Dirbêsiyê digel diruşmên "Na ji dagirkirina Efrîn re, na ji îxanetê re" gerî û li qada Şehîdan vegerî mîtîngê. Mîtîng  bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa PYD’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arîfe Bekir li ser yekitiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû gel û pêkhateyên wê ve axivî û wiha got: "Derketina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê rojê de li qadan bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, nîşaneya yekitiya gelan e."

Arîfe Bekir wiha domand: "Dewletên li dijî Sûriyê komployan pêk tînin, Efrîn firotin dewleta Tirk a dagirker û li hember dê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployê bi rizgarkirina Efrînê têk bibe."

REQA

Meşa şêniyên Reqayê ji Çerxeriya Sewame ya bakurê rojhilatê bajêr ber bi Çerxeriya Sewame ya aliyê bakurê rojavayê ve dest pê kir, di meşê de şêniyên diruşmên silavkirina berxwedana Efrînê û bangên zelekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan a tendurisît kirin.

Meş li Çerxeriya Hezîme vegerî mîtîngê, li wir bi navê meclisên Reqayê hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Lûey Îsa wiha got: "Efrîn 3 salên dagirkirinê di bin agirê dewleta Tirk a dagirker û terora wê de derbas dike, li dijî şêniyên Efrînê qetilkirin, revandin û sûc tên kirin."

Lûey Îsa wiha domand: "Efrîn modelekî demokrat a biratiya gelan û azadiya jinan bû."

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îbtîsam Ehmed jî wiha axivî: "Em îro li vir disekinin û sûcên li dijî rêber Ocalan, qedexekirina parêzer û malbata wî ji serdanê şermezar dikin, ev yek li dijî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e. Em ji wan dibêjin kesayeta rêbertî dîl girtiye, lê hûn nikarin fikirê wî yê azad dîl bigirin."

Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Îitîmad Ehmed da zanîn ku çi sûca rêber Ocalan heye heta were girtin, ma gelo parastina mirovahiyê, parastina mafên jinan û gelên bindest sûc e?

Îitîma Ehmed bi vîna jina efrînî soz da ku dê têkoşînê heta serkeftin û rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî berdewam bikin.

Piştre Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Reqayê di meşê de daxuyaniyek da û hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û endamê komîteyê Xelef Meter daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di ser dîlgirtina rêberê neteweyî Abdullah Ocalan û hevrêyên wî re 22 sal derbas bûn. Dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Ocalan sûcên dermirovî û derexlaqî pêk tîne û qedexe dike ku parêzer û malbata wî serlêdanê bikin û rewşa wî bizanin.

Danûstandina hikumeta Tirk ji rêbertî re, dûrî qanûn û exlaqê ye, ew bi kîn û nefret nêzî rêbertî dibe, ev nêzbûna çewt ji rêbertî re, dê bi xwe re nakokiyan li Rojhilata Navîn re bilind bike. Me bi saya fikir û felsefeya rêbertî azadî çêj kir û em îro heqaret û îhanetê qebûl nakin, dê li ser metod û rêça şehîdan heta serkeftinê û jiyaneke azad ji bo gelê me tê bikoşin.

Divê derfet ji malbata rêber Ocalan û parêzerên wî re were vekirin, da ku rewşa wî ya tenduristî were zanîn û bang li rêxistinên cîhanê û dadgeha edlê ya navneteweyî dikin ku qanûnên navneteweyî û mafên mirovan pêk bînin û sûcdaran muhasebe bikin û rêber Ocalan serbest berdin."

(eh-fr)

ANHA