Bangên hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker

Xwendekarên Zanîngeha Rojava, koçberên Girê Spî, Rêveberiya Sivîl  û Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi daxuyaniyên cuda dagirkirina Efrînê şermezar kir û bang li NY'yê kirin ku dawî li dagirkeriyê bînin û garantiya vegera koçberan bidin.

Bangên hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker
Bangên hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker
Bangên hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker
Bangên hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker
Bangên hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker
Bangên hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker
18 adar, 2021   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Zanîngeha Rojava ji aliyê xwendekar Aras Qasim ve hate xwendin, daxuyaniya koçberên Girê Spî ji aliyê rêveberê Kampa Eyn Îsa Mihemed El-Şêx ve hate xwendin, daxuyaniya Rêveberiya Sivîl a bajarê Tebqayê ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveberiyê Mezlûm Umer ve hate xwendin û daxuyaniya Rêveberiya Jinan a Tebqayê ji aliyê rêber Fatima Behbûh  ve hat xwendin.

/ar/uploads/files/2021/03/18/140923_aaras-qasm7e1.webp

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GlIA1idqPMg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniyan bal hate kişandin ser sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê ku ji roja yekemîn a êrişan ve û heta vê kêliyê berdewam in.

Di daxuyaniya Zanîngeha Rojava de îşaret bi serdana Serokê "Îtîlafa Sûriyê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker  Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê û pêşwazîkirina wî ji aliyê Mesûd Barzanî ve û hate gotin: "Serdana El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistanê, piştî serdana wî ya ji Efrîna dagirkirî pêk hat ku daxuyaniyên tund û li dijî gelê Kurd dan."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serdana Nesir El-Herîrî ya ji Hewlêrê re di vê demê de bi daxwaza AKP`ê ye da ku diyalogên kurdî-kurdî têk bibe ji ber ku hemû hêzên siyasî yên kurdî hewldana avakirina yekitiyeke kurdî dikin.

Koçberên Girê Spî îşaret bi siyaseta dewleta Tik a dagirker û dijminatiya ji gelê herêmê re kir û hate diyarkirin ku ev dijminahî destpêkê  bi dagirkirina Efrînê re û piştre di dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de diyar bûn. Hate gotin ku dewleat Tirk hewl dide herêmên din dagir bike û sûcên ku pêk tîne ji bo mirovahiyê şermeke .

Di daxuyaniyên Rêveberiya Sivîl û Rêveberiya Jinan a Tebqayê îşaret bi sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li Efrînê hate kirin û berxwedana şêniyên Efrînê çi li kampan an jî eniyên şer be, bi taybet berxwedana jinên Efrînê hate silavkirin.

Di daxuyaniyan banga bilindkirina asta têkoşîna li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kirin, her wiha bang li NY`yê û Meclisa Ewlekariyê ya NY`yê hate kirin ku gavan biavêjin, hesab ji sûcdarên şer bixwazin, dawî li dagirkeriyê bînin û garantiya vegera koçberan ji Efrînê re bidin.

(eh)

ANHA