Mezlûm Ebdî: Efrîn navnîşana binkeftina civaka navneteweyî ye

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî derbarê salvegera dagirkirina Efrînê de got: " Efrîn navnîşana binkeftina civaka navneteweyî di parastina nirxên mirovî û qanûnên navneteweyî de ye."

Mezlûm Ebdî: Efrîn navnîşana binkeftina civaka navneteweyî ye
18 adar, 2021   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê, fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî daxuyaniyek li ser hesabê xwe yên twitterê belav kir.

Ebdî got: "Efrîn navnîşana binkeftina civaka navneteweyî di parastina nirxên mirovî û qanûnên navneteweyî de ye.

Paşguhkirina bi domdar a parastina niştecihên Efrînê ji dagikirin û sûcên şer ku dagirker pêk tînin, li dijî tevahî qanûnîn navneteweyî û bi îtîrafkirina Neteweyên Yekbûyî ye.

Bidawîkirina van sûcan, piştî jinûve avakirina bajar û vegerandina bajar li rewşa sivîl a beriya dagirkirinê pêkan e."

ANHA