Dewleta Tirk a dagirker herêma Şehba topbaran dike

Dewleta Tirk ji seetên sibehê de gelek gundên herêma Şehba topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker herêma Şehba topbaran dike
18 adar, 2021   05:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ku her roj êrîşê herêma Şehba dike, di seetên sibehê de careke din êrîş da despêkirin.

Hêzên dagirker di seetên sibehê de gundên herêma Şehba Şailê, Tilmadiq, Xirbê Elşailê, Ziwan, Tilrihalê û Tepê Radarê da ber topbaranê.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandiye topbaran di van kêliyan de dewam dike. Di derbarê encama topbaranan de tu agahiyên zelal nehat bidestxistin.