Michael Rubin: Ocalan Mandêlayê Kurdan e û nirxên pêşverûtiyê temsîl dike

Lêkolînerê ji Amerîkayê Michael Rubin got: “Ocalan ji bo Kurdan nirxên pêşverûtiyê temsîl dike. Ew ji bo wan Mandêlayê Kurdan e. Felsefeya Ocalan ji Kobanê heta Kirmanşahê di civakên Kurd de bi awayekî berfireh tê qebûlkirin.”

Michael Rubin: Ocalan Mandêlayê Kurdan e û nirxên pêşverûtiyê temsîl dike
18 adar, 2021   07:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin di nivîseke xwe ji bo malpera “19 fortyfive” a amerîkî de, got di 14`ê Adarê de li ser medeya dîjîtal ya tirkî idîayên li ser rewşa tenduristî ya damezrênerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, hatin belavkirin.

Rubin destnîşan kir ku cara dawîn hikumeta Tirk di Tebaxa 2017`an destûra hevdîtinê da parêzerên Ocalan û herî dawî di Nîsana 2020`an de rêveberiya girtîgehê destûra peywendiya telefonê da.

Rubin got: “Ji bo gelek Kurdan, Ocalan Nîlson Mandêla ye. Têkoşerê ji bo azadiyê têkoşiya, veguherî girtiyekî. Kurd îsrar dikin ku heke Ocalan were berdan, wê bibe serokekî siyasî.”

Rubin her wiha destnîşan kir ku Ocalan salên berhemdêr di girtîgehê de derbas kirin, wî gelek parêzname nivîsandin û banga “Konfedralîzma Demokratîk” kir.

Rubin got ku wî bi rengekî rexnegir felsefeya Ocalan nirxandiye û wiha domand: “Girîngiya wê felsefeyê û qebûlkirina wê ya berfireh di nava civakên Kurd de ji Kobanê heta Kirmanşahê, bi carekê nayê înkarkirin. PKK`ê bi pêş ketiye.”

Rubin di nivîsa xwe de daxuyand ku Erdogan û Barzanî bi îsrar in ku desthilatê di hundir malbatên xwe de bihêlin, lê belê PKK`ê wê yekê nake û tevgereke topyekun e.

Di dawiya nivîsa xwe de, lêkolînerê amerîkî Michael Rubin got: “Îro, ji bo piraniya Kurdan Ocalan nirxên pêşverûtiyê temsîl dike, lê belê Erdogan û Barznanî despotî û paşverûtiyê temsîl dikin.”

(cx)