Li Efganistanê teqîn: 4 kes mirin û 11 kes birîndar bûn

Li paytexta Efganistan Kabûlê teqînekê rû da, tê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn: 4 kes mirin û 11 kes birîndar bûn
18 adar, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma 17 ya paytexta Efganistan Kabûlê, îro di saet 07.30’an de bombeyek bi otobuseke sivîl ve teqiya.

Berdevkê Polîsên Kabûlê Ferdewis Falamerz diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 4 kes mirine û 11 kes birîndar bûne ku hemû sivîl in.

Heta niha tu aliyan berpirsyartiya teqînê li xwe negirtiye, lê hikumeta Efganistanê çekdarên Talîban ji van teqînên rojên dawiyê sûcdar dike.

Hêjayî gotinê ye ku li paytexta Rûsyay Moskovê wê îro ji bo aştiyê nûnerên Efganistanê û Talîban bi tevlîbûna nûnerên hinek welatan bicivin.