3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane

Şêniyên Efrînê di dirêjahiya 58 rojan de li hemberî êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li dijî bajarê xwe li ber xwe dan. Ev êriş jiyana şêniyan serûbinî hev kir. Şahidên êrişan gotin: Dewleta Tirk hovantirîn sûc pêk anîn.

3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
3 sal dagirkirin, wêrankirin û sûcên hovane
18 adar, 2021   01:39
ŞEHBA-CAFER CAFO

Piştî berxwedana 58 rojan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker derbasî navenda bajarê Efrînê bûn, peykara Kawa Hesinkar xist xwarê û destpêkirina serdemeke nû ya teror û sûcan ragihand ku bi koçberkirina şêniyan destpê kir.

Bi derbasbûna çeteyan ji Efrînê re û piştî koçberkirina piraniya niştecihên wê yên resen û bi cihkirina çeteyan li şûna wan, çeteyan milkên şêniyan talan kirin, li dû hev dest bi sûcan kir. wêranî û fesadî lê belav kirin.

Artêşa Tirk a dagirker li aliyekê bi Rûsyayê re û li aliyekî din bi hikumeta Şamê re lihevkirinek îmze kir ku li gorî wê çeteyên dewleta Tirk ji Xûta Şerqiye li bermaberî dagirkirina Efrînê radestî hikumeta Şamê kir.

Di dirêjahiya 3 salên dagirkirinê de, şêniyên Efrînê yên ku bi zorê ji warên xwe koçber bûne, di kampên koçberiyê de li Şehbayê gelek azar kişandin ku dem demê ji aliyê dewleta Tirk ve tê topbarankirin.

Lê yên mayî jî, ji ber hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê azar û zehmetiyên cuda kişandin ku li dijî wan sûcên hovane mîna destavêtin, revandin, kuştin, girtin, talankirin, ferzkirina baçan, şewitandina daran, desteserkirina zeviyan, wêrankirina cihên dîrokî û olî pêk tên.

Di salvegera 3`iyan a dagirkirina Efrînê de, gelek kesayetên hiqûqî, çandî û tenduristî ku bûn şahidên êrişên dewleta Tirk û dagirkirina bajêr ji ANHA`yê re axivîn.

SÛCÊN ŞER

Parêzer û çalakvanê hiqûqî Cibraîlê Mistefa di vî warî de got: “Bi êrişan re, dagirkeran sûcên hovane pêk anîn ku digihêje asta sûcên şer û qirkirinê. Wan jîngeh, cihên dîrokî û dibistan kirin hedef.”

Mistefa bal kişand ser bikaranîna dewleta Tirk çekên kîmyawî di êrişên xwe yên li ser Efrînê de û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyawî êrişî gundê Erendê yê navçeya Şiyê kir. Ev êriş plankiri bûn.”

`GUHERTINA DEMOGRAFÎK'

Mistefa beha guhertina demografiya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, kir û got: Hejmara Kurdan li efrînê beriya dagirkirinê bi rêjeya ji sedî 95 ji niştecihên wê bû. Lê niha ev rêje ji ber tundî û sûcên ku li dijî şêniyên resen tên kirin, bûye ji sedî 20.

Cibraîl Mistefa îşaret bi gelek raporên hiqûqî û navneteweyî yên der barê sûcên dewleta Tirk de yên li Efrînê kir û got: “Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya taybet a Sûriyê û bi awayekî yekser girêdayî Meclisa Mafên Mirovan a Desteya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya dawîn de ku di 2`yê Adara 2021`an de weşandiye got bûyerên li Efrînê li pêşiya çav û guhê efser û istixbarata Tirkiyê rû didin.”

`QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE`

Mistefa da xuyakirin ku dewleta Tirk her çar lihevkirinên Cinevê, lihevkirina Lahay a sala 1907`an binpê kirin û ev yek diyar kir: “Heke em vegerin lihevkirina Lahay û madeyên wê yên bi hejmar 42 hera 74 em dibînin ku dewleta Tirk, dewletek dagirker e, lê mixabin sûcên wê roj bi roj zêdetir û hovanîtir dibin.”

Mistefa xuya kir ku Efrîn li gel dagirkirinê bûya jêdera perwerdekirina çeteyan û terorîstan.

ꞌ86 DIBISTAN HATIN ARMANCKIRINꞌ

Li aliyekî din jî Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl axivî û got pêşketina di warê ziman de li Efrînê bi taybet çêbû, hişt ku artêşa Tirk a dagir herêmê bike armanc û dagir bike.

Bêrîvan Xelîl eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker dibistan kirin armanc, dawî li jiyana gelek mamoste û xwendekaran anî û got:"Dema êrişan ji bo ewlehiya xwendekaran me biryar da ku em dibistanan bigirin, lê dîsa jî artêşa Tirk a dagirker derdora 86 dibistan kirin armanc û ew wêran kirin."

ꞌDIBISTAN VEGUHERÎN KAMPANꞌ

Bêrîvan Xelîl destnîşan kir ku dema artêşa Tirk a dagirker dibistan veguherandin kampên perwerdeyê yên taybet bi çeteyan, zimanê tirkî li ser pêkhateyên Kurd û Ereb ferz kir û navên dibistanan guhartin ku navên tirkî li wan kirin, meqseda xwe ji cîhanê re eşkere kir, ku ew jî qir kirin û guhartina demografiya herêmê bû, ne wekî ku îdîa dike ku ew ê herêmê rizgar bike ye.

Bêrîvan Xelîl îşaret pê kir ku artêşa Tirk a dagirker xwest bi rêya êrişên xwe yên hovane yên li dijî Efrînê, gel û fikrê kurdî qir bike.

Bêrîvan Xelîl da zanîn ku ew ê dev ji zimanê xwe bernedin heta ku di bin konekî yan jî di bin siya darekê de bin, ji lew re wan xwe bi rêxistin kir û mamosteyên xwe kom kir, di dawiyê de jî careke din peymangeha Viyan Amara vekirin.

ꞌ55 ŞÛNWAR HATIN WÊRANKIRINꞌ

Endamê Gerînendeya Şûnwaran a li Efrînê Selah Sîno axivî û got dever û cihên şûnwaran ên li Efrînê dîrokî ne û li gorî gelek raporên navneteweyî balkêş û kêmpeyda ne.

Selah Sîno diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya trêksê û kolandinê zêdetirî 55 şûnwar wêran kir û tişta ku dihêle mirov hêrs bibe ew ku deverên şûnwaran bi destên Sûriyan têne kolandin û ji dewleta Tirk re têne şandin.

Selah Sîno da zanîn ku bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker a li pêşberî çavên cîhanê, hişt ku artêşa Tirk hovîtiya xwe ya li dijî dîroka herêmê derxe, biçewisîne û çanda wê jî tune bike.

ꞌTEKANE NEXWEŞXANEYA KU XIZMET DIKIR HATE ARMANCKIRINꞌ

Dilovan Seydo ku di dema êrişan de kardroyekî tibiyê yê nexweşxaneya Avrîn bû, axivî û diyar kir ku di wê demê de wan gelek zehmetî dikişandin û azarên taybet didîtin, di heman demê de kanton dorpêçkirîbû û ji roja yekemîn ve heta roja 58`an komkujî çêdibû.

Seydo bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir:"Li kantona Efrînê tek nexweşxaneyek hebû; ku ew jî nexweşxaneya Avrîn bû, hemû kadroyên wê di rojên Berxwedana Serdemê de 24 saetan dixebitîn û birîndar derman dikirin, lê beriya dagirkirinê bi çend rojan, em hatin dorpêçkirin û gelek nuqteyên tenduristiyê yên li navçeyan bê ser û ber dihatin topbarankirin, heta ku rewş gihaşt astekê ku  nexweşxaneya Avrîn a ku bi tenê di xizmetê de bû, were armanckirin û beşek jê were hilweşandin."

ꞌWÊRAKIRINA MEZARGEHAN Û PÎROZIYÊN ÊZIDIYANꞌ

Endamê Yekitiya Êzidiyên a Efrînê Esad Marko diyar kir ku li Efrînê derdora 50 hezar efrîniyên êzidî li ser 21`ê gundan belav dibûn,  lê ji ber bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên ku artêşa Tirk a dagirker pêk tîne, ew bi darên zorê koçber bûn.

Esad Marko da zanîn ku piştî artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kir, hemû mezargeh û deverên dîrokî yên êzidiyan wêran kirin.

Marko îşaret bi siyaseta dewleta Tirk a dagirker kir ku li gundên êzidiyan ên wekî Feqîra û Basofanê, dibistanên îslamî û mizgeftan ava dike.

Di dawiyê de Esad Marko bal kişand ser azara ku kesên li Efrînê mane dikişînin û got:"Heta xezmên me yên li Efrînê mane jî ditirsin bi me re biaxivin."

(şx-eh)

ANHA