Di salvegera dagirkirina Efrînê de ... sûcên şer, siyaseta tirkkirinê û qirkirina çandî-2

Ji dema ku dewleta Tirk kantona Efrînê dagir kir, sûcên xwe ne tenê li dijî mirovan berdewam dike, di heman demê de sûcan li dijî dîroka herêmê bi rêya wêrankirina bizanabûn a taybetmendiya niştecihên wê pêk tîne. Dewleta Tirk hewl dide herêmê asîmle bike, paşê di çarçoveya pêkanîna Mîsaqa Millî de tev li axa xwe bike, ku gefan li yekitiya dewletên herêmê dixwe.

Di salvegera dagirkirina Efrînê de ... sûcên şer, siyaseta tirkkirinê û qirkirina çandî-2
18 adar, 2021   00:34
NAVENDA NÛÇEYAN

`TUNEKIRINA DÎROKA HERÊMÊ Û ÇEWISANDINA NASNAMEYA WÊ YA KURDÎ`

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina kantona Efrînê xwest dîroka herêmê tune bike û nasnameya xwe ya Kurdî di çarçoveya projeya Osmanî ya Mîsaqa Millî de tune bike ku ev herêm tevî herêmên din ên Sûriyê û Iraqê beşek ji xaka Tirkiyê ye. Dewleta Tirk ji bo pêkanîna ajandeyên xwe li Sûriyê, îtîlafa Sûriyê bi kar tîne ku ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve tê birêvebirin.

Di vê beşê dosyaya me de ku behsa dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û sûcên ku çeteyên wê li Efrînê dikin, em ê hewla dewleta Tirk a wêrankirina dîroka herêmê bi rêya bicihkirina Tirkmenan li wê derê, wêrankirina şûnwarên wê û hemû nîşaneyên kurdîbûna vê herêmê, bibîr bixin.

`MECLISÊN GIRÊDAYÎ WÎLAYETÊN TIRKIYÊ`

Piştî ku dewleta Tirk di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn dagir kir û gelê wê da koçberkirin, îstixbarata dewleta Tirk meclîsên herêmî ava kirin û bi "Hikumeta Sûriyê ya Demkî" ve girê da ku navenda wê Li Tirkiyê ye û mûçeyên xwe ji hikumeta dewleta Tirk distînin da ku herêmê bi rê ve bibin, lê di rastiyê de ew pir cuda ye.

Di 7 'ê Adara 2019'an de BBC raporek li ser zimanê serçeteyekî dewleta Tirk li Efrînê weşand. Di vê raporê de tê gotin meclisa Efrînê ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ye ku nêzî bajarê Efrînê yê dagirkirî ye.

Dagirkeriya Tirk ji bo nixumandina sûcên xwe serî li avabûna van meclisan da û ji raya giştî re da xuyakirin ku herêm ji aliyê Îtîlafa Sûriyê û şêniyên wê tê birêvebirin. Lê di rastiyê de di Efrîn ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve mîna ku îtîlafê û komên çeteyan bi rêve dibe, tê birêvebirin ku Enqere wan ji bo pêkanîna timayên xwe di şerên li derve de bi kar tîne.

`BICIHKIRINA TIRKMENAN LI SERANSERÎ SÎNOR`

Di gava yekemîn a piştî dagirkirina Efrînê de dewleta Tirk şêniyên Xûta, Hema û Idlibê li Efrînê wek destpêka pêkanîna plana xwe ji bo guhertina demografiya herêmê bi cih kir. Enqereyê jî di demeke kurt de gava xwe ya duyemîn avêt û Tirkmenan li seranserî sînorên di navbera Efrîn û Tirkiyê de bi cih kirin û sivîlan ji gundên Şera û Bilbilê derxist.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di raporekê de eşkere kir ku dewleta Tirk Tirkmenan li navçeya Şera heta navçeya Bilbilê bi cih kirin û pereyên mezin ji wan re peyda kirine da ku li wir bimînin.

Piştî bicihkirina Tirkmenan, dewleta Tirk gava xwe ya sêyemîn avêt û dîwareke di navbera herêmên Efrîn de ava kir û beşek jê tev li axa Tirkiyê kir. Di heman çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker dîwarek ji bêton ji keleha Semanê heta dergeya Bab El-Selame li herêma Ezazê bi kûrahiya 1 km li navçeya Şera û Bilbilê ava kir.

Her wiha nûçegihanên ajansa me eşkere kirin ku dewleta Tirk li ser xeta sînor li herêma Bilbilê û Reco dîwarek ji beton lê dike da ku wan her du herêman ji xaka Sûriyê veqetîne û wê bi xaka Tirkiyê ve girê bide.

Têkildarî heman mijarê, dewleta Tirk bi dûrahiya 315 metre ji axa gundê Baliya û Kîlo metreyek ji gundê Zeirê yê navçeya Bilbilê dagir kir û dîwarek lê kir her wiha girên stratejîk ên navçeyê kontrol kirin.

Der barê mijarê de akademîsyen û lêkolînerê brîtanî Dewin Hawzi got: "Ji bikaranîna dewleta Tirk ji artêşa nîştimanî ya Sûriyê re gelek komên Tirkmen mîna El-Emşat derketin pêş di sêrî de Ebû Emşe ku di encamê de komên Tirkmen li gorî komên din ên Ereb bi saya piştgiriya dewleta Tirk bi hêztir bûn. Ev jî armanca şirketa SADAT'ê ye ku hewl dide herêmeke xweser a Tirkmen ava bike ku rêveberiya Ereban bike."

`GUHERTINA NAVÊN KOLAN Û NAVENDAN`

Di çarçoveya tunekirina nasnameya kurdî ya Efrînê de, dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û navên deverên herêma Efrînê diguhere, tabelayên nasandina bajêr li ber dergehê bajêr rakirin û li şûna wê navên Tirkî nivîsandin.

Her wiha dewleta Tirk navê gundê Qestal Cindo veguherand û kir Selçûq Obasî, gundê Kotenlî kir Zafer Obasî û gundê Kurzêlê jî kir Cafer Obasî.

Dewleta Tirk navên qadên navdar ên bajarê Efrînê guhertin, weke qada Azadî kir Qada Ataturk, çerxerêya Newroz kir çerxerêya Selahaddîn Eyûbî, çerxerêya Neteweyî kir çerxerêya 18'ê Adarê, çerxerêya Kawa Hesinkar kir çerxerêya Şaxê Zeytûnê û navê Qada Saray kir qada Erdogan, her wiha alên Tirkiyê, wêneyên Erdogan û wêneyên Ataturk weke ku wîlayetek tirkî ye daliqandin.

`TUNEKIRINA DÎROKA HERÊMÊ`

Di gavekê de ji bo tinekirina dîroka herêmê  dewleta Tirk zêdetirî 28 cihên dîrokî û 78 girên dîrokî wêran kirin. Rêveberiya Şûnwaran a kantona Efrînê raporek weşand û diyar kir ku dagirkeriya Tirk zêdetirî bi rêjeya ji sedî 70 berhemên dîrokî yên Girê Eyn Darayê di encama bombebarana hovane ya li ser cihên dîrokî de di 29 'ê Çileya 2018'an de rûxandin. Piştre dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El-Hemzat bi amûrên giran û tireksan girên dîrokî kolandin û wêran kirin.

Di malpera Nebî Hûrî de çeteyên Lîwa Siqûr El-Şemal bi amûrên giran bi kar anîn û di encamê de tabloyên muzeyîk der ketin û ew hemû birin Tirkiyê.

Dema ku çeteyên El-Emşat cihê "Xirebî Reza" yê gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê wêran kir û tabloyên mûzeyîk dizîn. Her wiha çeteyên El-Hemzat û Sultan Murad li gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê cihên dîrokê kolandin û dêra Mar Maron rûxandin û berhemên wê talan kirin. Dagirkeriya Tirk girê Cindêrisê yê dîrokî veguherand baregeheke leşkerî.

Girê Hilûbiye, Birc Ebdelû, gundê Kefer Rûmê, Girê Şorba, Girê Laq ên navçeya Şera, Til Dûderî li navçeya Meydankî, Girê El-Caciye li gundê Dêr Belûtê, Til Sindiyankê yên navçeya Cindirêsê û Girê Ibêdan ên girêdayî navçeya Bilbilê ji sûcên dewleta Tirk nefilitîn. Hêzên dagirkeriyê ev girên dîrokî bi temamî wêran kirin.

Têkildarî mijarê arkeologê sûrî Yasir El-Şohan got: "Sûcên dewleta Tirk ên vê dawiyê, destnîşan dikin ku planek bi zanabûn ji bo tunekirina çand û şaristaniya bakurê Sûriyê û heta bigihêje tunekirina nasnameya herêmê û bîra wê heye. Bombebarankirin û topbarankirina Efrînê û hedefgirtina cihên ne leşkerî vê yekê îsbat dikin. 

El-Şohan diyar kir ku hemwextî topbarana dewleta Tirk a li ser Efrînê, çeteyên wê cihên dîrokî wêran dikirin. Tenê şikefta Dûderiyê sax ma ji ber ku di binesaziya wê de tu avahîsazî tune ye û tenê deriyê wê ji hesin û text hatiye çêkirin, talan kirin.  

El-Şohan da xuyakirin ku çanda xirabkirin an wêrankirinê bi dijminên şaristaniya mirovahiyê ve girêdayî ye, ji ber ku bombebarankirin û wêrankirina perestgeha Eyn Darayê hewldana tunekirina hebûna mirovahiyê û tunekirina dîrokê herêmê ye. El-Şohan wiha domand: “Lê tişta ku rû daye sûc û êrişa ne tenê li ser cihekî arkeolojîk e, lê belê êrîşa li dijî hemû peymanên navneteweyî û mirovî ye ku bombebarana cihên arkeolojîk di rewşên şer de qedexe dike."

El-Şohan îşaret pê kir ku ne tenê dîroka Kurdan, di heman demê de dîroka Xiristiyanan hedef hatiye girtin û wiha got: "Careke din wêrankirina bizanabûn a dewleta Tirk bandorê li mîrasa xiristiyanên rojhilat li Beradê dike. Bi xwe terora dewletê ya li dijî mîrsa xiristiyan a tekane ya li bakurê Sûriyê ye. Wêrankirina gorê keşîş Maron ê li gundê Beradê nîşaneya vê terorê ye ku ji bo xiristiyanan ev gor xwedî nirxekî dîrokî û olî ye û heta ku ji bo 6 milyon xiristiyanên maronî cihê hecê ye.”

 ‘SIYASETÊN HOVANE KU ARMANCA WAN TUNEKIRINA NASNAMEYA KURDÎ Û STANDINA DÎROKÊ YE‘

Arkelogê sûrî gelek siyasetên hovane yên dewleta Tirk belge kirin ji wan siyaseta tirkkirina erdnîgarî û berovajîkirina reseniya wê û wiha got: "Tirkkirin; veguherandina kesan û çanda wan a resen bi darê zorê ji zimanê Tirkî re ye."

El-Şohan diyar kir ku xewna Tirkî di pêkanîna pergala xwe de ji bo tunekirina nasnameyê û standina dîroka herêma bakurê Sûriyê li herêma Efrînê û derdora wê pêk hat, lê dîsa jî xewn dimîne.

BINPÊKIRINA CIHÊN OLÎ

Cihên olî li Efrînê ji dijminahî û projeyên dewleta Tirk û çeteyên wê nefilitîn. Dagirkeran cihên olî bin pê kirin û topbaran kirin da ku bi temamî hilweşînin.

Goristana Henan, Barsa Xatûn, Şêx Hemîd, Qere Cornê. Çil Xanê li navçeya Şera, Şêx Zêd li bajarê Efrînê, Şêx Cinêd û Şêx Mihemed li navçeya Cendirêsê, Şêx Mûs li navçeya Reco, Elî Dada li navçeya Şiyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin xirakirin.

 ‘HER ÇIQASÎ HEWL BIDIN RASTIYÊ BEROVAJÎ BIKIN RASTÎ DÊ RASTIYEKE DÎROKÎ YA GIRÎNG BIMÎNE‘

Arkelogê sûrî Yasir El-Şohan piştrast kir ku her çiqas hewl bidin rastiyê berovajî bikin rastî dê rastiyek dîrokî ya girîng bimîne. Dewleta Tirk a tuneker, navên herêman dike tirkî. Êdî Cerabuls bi navê Bekirkemîş tê naskirin. Raî jî veguherî Coban Bey, gundê Cib El-Dek kirine Kankoy û tevî ku hemû rûpelên dîrokî piştrast dikin ku navê fermî û dîrokê yê mizgefta Kurdan e lê wî guhert û kir mizgefta Tirkan. Guhertina ku ji aliyê desthilata lerşkerî ve pêk tê di vê guhertinê de sînordar neman lê belê dewleta Tirk navê çiyayê Tirkmen ê li gundewarê Laziqiye kir Bayirbocak û navên gelek bajarokan û cihan guhertin.

 ‘BINPÊKIRINEKE OLÎ YA MEZIN HEYE‘

Ji aliyê xwe ve akademisyan û lêkolînerê birîtanî Dewin Hawzi wiha axivî: "Li Efrînê binpêkirineke olî ya mezin heye. Zêdetirî nîvê cihên olî yên Êzidiyan ji aliyê artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ve li Efrînê hatin hilweşandin. Feyleq El-Şam zêdetir Êzidiyan dike hedef."

Hawzi xuya kir ku dewleta Tirk gelek gund dagir kirine, du endamên El-Qayîdayê bi navên Abdullah El-Mihêsinî û Mihsin El-Elyanî li Efrînê pêşwazî kirine ku dewleta Tirk mûçeyên wan dide.

‘QIRKIRINA ETNÎK‘

Çalakvana amerîkî Megan Bodet piştrast kir ku mixabin civaka navneteweyî ji bo rawestandina guhertina demografiya Efrîna dagirkirî, koçberkirina bi darê zorê ya Kurdan, Êzidiyan û civakên din ku li Efrînê bûn, tu bertekên balkêş nîşan nedan û got: “Li gorî qanûnên navneteweyî dewleta Tirk qirkirinek etnîkî li dijî Efrînê pêk tîne.”

Megan bal kişand ser helwesta rêxistinên navneteweyî weke Neteweyên Yekbûyî (NY), parlementoya Ewropayê ku şêwaza dan û standina bi sivîlan re li herêmê dagirkirî şermezar kirin û wiha pê de çû: “Bandora van rapor û biryaran kêm e.”

Her wiha lêkolînerê brîtanî Dewin Hawzi got NY`yê tevî raporên ji sala 2018`an der bar; wan kiriyan de, lê bi awayekî zêde hêdî tev digere. 

Hawzi destnîşan kir ku NY di sala 2020`an de raporek têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê belav kir û wiha domand: "Lê tevî wê jî NY xwe dispêre endamên xwe dema ku dixwazin tev bigerin, bi taybet 5 dewletên mezin ku dikarin mafê vetoyê li dijî her biryareke Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê bikar bînin. Nepêkane bê erêkirina van dewletan tiştek bê kirin. Her 5 dewletan jî armancên wê yên cuda li Sûriyê hene. Her yek ji wan dikarin rê li pêşiya NY bigirin ku tev li nakokiyên li cîhanê bibe. Mîna vetoya Rûsya ji bo destwerdana li Sûriyê. Diyar e ku NY nizane çawa pirsgirêkên ku pêwîstiya wan bi lîstokvanên ku nûnertiya dewletan nakin heye, çareser bike. Lê belê erêniyeke tenê heye ku dewleta Tirk sala 2014`an lobiya ku bibe di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de bibe endamek ji dest da."

 ‘DIVÊ RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ DEWLETA TIRK JI EFRÎNÊ DERXIN‘

Megan Bodet got divê rêxistinên navneteweyî û dewletên cîhanê banga derxistina dewleta Tirk ji Sûriyê bikin, derfet bidin hemû koçberan ku li warê xwe vegerin û wiha berdewam kir: "Divê ceza li endam û komên çekdar ku berpirsên koçberkirina bi darê zorê û êrişên li dijî kêmneteweyan in werin ferzkirin. Divê dewlet êdî bes çekan û alîkariya ewlehî bidin dewleta Tirk da ku bi temamî ji xaka ku bi awayekî ne rewa li bakurê Sûriyê dagir kiriye, vekişe."

`ÇAWA DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK WERE XWESTIN`

Arkelogê sûrî Yasir El-Şohan banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk li gorî qanûnên navneteweyî kir û ev tişt anî ziman:"Civaka navneteweyî daxuyaniya berpirsyariyên sûcdarên sûcên dijminane li dijî cihên çandî erê kir. bang li dewletan kir ku rêzê ji rêgezên berpirsiyarê re bigirin. Ji vê minbera çandî, em bi navê mirovahiyê bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih. Her wiha em banga hesabxwestinê ji sûdarên wê re li gorî qanûnên navneteweyî yên li jêr hatin bibîrxistin dikin:

1-Madeya (56) ji lîsteya Lahay ya girêdayî rêgez û urfên şerê bejahî ya sala 1907`an: Tedbîrên cezayî li dijî her aliyê ku bi zanabûn saziyên têkildarî perestgehan, cihên hunerî û çandî, zanistî û şûnwarên dîrokî dikin, werin girtin, beyî ku xwezaya wan tedbîran werin diyarkirin çi cezayî yan jî sivîl yan jî nîştimanî yan jî navneteweyî.

2-Madeya (28) ji lihevkirina Lahayî a 1954`an: Divê aliyên soz bidin ku tedbîran di saziyên cezayî de bigire ku kesên muxalif li gorî rêgezên lihevkirinê darizîne.

3-Protokola yekem a sala 1977`an a lihevkirinên Cinevê: li ser bingeha ku êriş bi zanabûn li dijî milkên dîrokî, çandî, cihên olî û xebatên hunerî pêk hatiye, erêkirina lêanîna qanûnî ya binpêkirina parastina milkên çandî yê parastî.

4-Protokola duyem a sala 1999`an madeyên 15 û 21: Divê dewletên alî, sûcên ku di madeyên navborî de hatine bibîrxistin, pabend bin ku li gorî qanûna hundirîn sûc in û cezayan li ser sûcdaran di çarçoveya rêgezên qanûna giştî û qanûnên navneteweyî de ferz bikin.

Arkelogê sûrî di dawiyê de got: “Cihên dîrokî, avahiyên dîrokî û milkên çandî rastî zêdegaviyên cuda tên. Ji erkê ye ku şênî ji bingeha berpirsyariya nîştimanî tev bigerin, ji ber ku ev berpirsyarî ne tenê yê karmendên warê şûnwaran e lê belê erka hemûyan e bê îstîsna.”

(şx-bx)

ANHA