Efrîniyên koçber: Meşaleya Newrozê hêviya rizgarkirina Efrînê ye

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin teqez kirin ku roja Newrozê, hêviya rizgarkirina Efrînê ji Ezdahakê serdemê Erdogan e û gotin: “Di hundiêr her efrîniyekî de ruhê kawayê Hesinkar heye.”

Efrîniyên koçber: Meşaleya Newrozê hêviya rizgarkirina Efrînê ye
18 adar, 2021   04:58
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Gelê Kurd her salê di 21'ê adarê de Cejna Newrozê pîroz dike, ku wekî qonaxa derbasbûna ji serdema tariyê ber bi serdema ronahiyê ve tê hesibandin, ku Kawayê Hesinkar qiralê bi navê Ezdahak kuşt, agir di koşka wî de pêxist û tevahî cîhan ji zilm û zordariya wî xilas kir.

Şêniyên Efrînê yên koçber bûne diyar kirin ku serkeftina gerîla li Garê beriya çenda hefteyan pêk anîne, wekî wê meşaleye ye ku dê ronahiya wê wan ber bi azadî, aştî û serkeftina li dijî Ezdhakê serdemê Erdogan ve bibe.

Dîrok xwe dubare dike, dîmenê rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar di destpêka dagirkirina Efrînê de wekî tolhildana qiral Ezdahak bû ku Kawayê Hesinkar ew kuşt û serdema wî bi dawî kir û serdema ronahiyê da destpêkirin. Bi wê yekê diyar dibe ku ew çete parastina zilm û zordarouî dikin û dixwazin tarîtiyê belav bikin.

Nûçegihana me têkildarî Cejna Newrozê nêrînên koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, girt. Efrîniyan diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên tewandina gelê Efrînê dê bi sernekevin û destnîşan kirin ku her sal bi Newrozê re hêviyên wan nû dibin û di her efrîniyekî de ruhê Hawayê Hesinkar geş dibe ku dê rojekê agirê serkeftinê pêxîne.

/kr/uploads/files/2021/03/17/215728_-1600x1200.webp

Azad Ayntabî ji koçberên Efrînê ye destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi koçberkirina efrîniyan û dizîna mal û milkên wan têr nekir û piştî ew dan koçberkirin jî hîna wan topbaran dike û wiha dewam kir: “Dê sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dê îsrar û îradeya me kêm nekin. Girêdana me bi darên zeytûnan re zêdetir dibe. Em dev ji xaka xwe bernadin. Ger me ji kokê ve rakin jî, wê rahên me di kûrahiya erdê de bimînin.”

Ayntabî lê destnîşan kir ku wê bi vîneke mezin Cejna Newrozê pîroz bikin ku wekî rojeke taybet û girîng ji bo xwe dibînin û wiha lê zêde kir: “Em bi hêvî ne ku Newroza îsal dê xwe bi xwe re jiyaneke nû ji bo me bîne.”

/kr/uploads/files/2021/03/17/215748_-1600x1200.webp

Ciwana bi navê Bêrîvan Qehreman jî Cejna Newrozê li hemû ciwanan pîroz kir û teqez kir ku serkeftina Garê dê agirê Newroza ber azadiyê ve geş bike û wiha axaftina xwe dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim bi awayekî hov êrişî Kurdistanê dikin. Lê belê serkeftina Garê serkeftineke dîrokî bû, hêzên gerîla ew êriş şikandin û artêşa Tirk a dagirker têk birin.”

Bêrîvan wiha domand: “Serkeftina Garê hêviyeke bi hêz ji şêniyên Efrînê re çêkir ku vegerin Efrînê û wê rizgar bikin. Em vê serkeftinê ku agirê Newrozê pêxist û rêya azadî û aşîtiyê ronî kir, pîroz dikin.”

/kr/uploads/files/2021/03/17/215808_-1600x1200.webp

Ciwanê bi navê Mehmûd Nesan ê ji pêkhateyê Ereb jî daxuyand ku wan berê digot ku Cejna Newrozê tenê ji bo Kurdan e û pîroz nedikirin û wiha lê zêde kir: “Me çîroka vê cejnê nedizanî, lê piştî ku me fikrên rêber Abdullah Ocalan nas kir me wateya rastîn a Newrozê nas kir. Ev cejna qonaxa derbasbûna ji serdema tariyê ber bi serdema ronahiyê ve ye.”

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wyNu5_NAlmw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>