Di komxebata Efrînê de banga bidawîkirina hebûna Tirkiyê li herêmên dagirkirî hate kirin

Bi diruşma"Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin" Partiya Sûriya ya Pêşerojê ya Reqayê komxebateke xîtabî bi sernava "Komxebata Efrînê ya Xîtabî" li dar xist. Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin şermezarkirin.

Di komxebata Efrînê de banga bidawîkirina hebûna Tirkiyê li herêmên dagirkirî hate kirin
17 adar, 2021   17:14
REQA

Bi nêzbûna salvegera dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, Partiya Sûriya Pêşerojê komxebateke xîtabî li dar xist, tê de beşdaran bêserûberiya dewleta Tirk li hember sûcên li Efrînê û herêmên dagirkirî pêk anîne û bêdengiya navneteweyî ya li ser 3 salên dagirkirinê, şermezar kirin.

Komxebat lı hola Tac a Reqayê li dar ket, di komxebatê de tevahî partî û rêveberiyên sivîl ên Reqayê , ji Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan, Hevseroka Rêveberiya Xweser a Efrînê Şêraz Hemo, Fermandariya QSD’ê Lîlwa Abdullah, hejmarek ji şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqayê û bi sedan ji endamên saziyên sivîl ên Reqayê amade bûn.

Komxebata xîtabî bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir, piştre axaftin hatin kirin. Her wiha Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan wiha got: "Bûyerên îro li Sûriyê dibin, sûcên dermirovî ne ku hikumeta Şamê tawanbar e. Ji ber li dijî gel pişta xwe dide çareya leşkerî û tevahî rêveçûnên ber bi diyalogê ve asteng dike."

El-Qeftan wiha domand: "Dewletên destwerdan li kar û barên Sûriyê kirine, Sûriyê vegerand mêtîngerekê ku her kes dixwaze berjewendiya xwe pêk bîne, li gel wê jî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û NY’yê destwerdan kir û tevahî biryarên wan li Sûriyê hatin astengkirin, bi taybet biryara 2254’an."

El-Qeftan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê her tim ji bo doza gelê xwe wefedar bin û ji bo berjewendiyên xwe yên nîştimanî di xendeka yekemîn de bin û em tu carî pişta xwe nadin xwestekên gel û peyama partiya me."

Dûvre Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bi zimanê kurdî û Ebid Hamid El-Mihbaş bi zimanê erebî axivîn û wiha gotin: "Roja 18’ê Adara 2018’an de ji bo me, şêniyên Efrîn û tevahî sûriyên birûmet û azad xemgîn e. Dewleta Tirk a dagirker û çeteweyên piştî şerekî tund derbasî Efrînê bûn, lê li hemberî wê jî şêniyên Efrînê berxwedaneke bêhempa dan meşandin."

Bibîrxistina dagirkirina vê erdnîgariya giranbiha ji gewdeya Sûriyê ne tenê bi wateya dijberî û koçberkirina şêniyên wê ye, lê belê bi hewldana çewisandina çanda gelê Kurd e.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên hiqûqî û NY’yê dikin ku bi cidî bixebitin da ku dewleta Tirk a dagirker ji tevahî herêmên Sûriyê bi derxin, da ku şênî lê vegerin û çareyek ji krîza Sûriyê re bibînin."

Li aliyekî din jî Hevserka Rêveberiya Rêveberiya Xweser a Efrînê Şêraz Hemû, bi nave QSD’ê fermandar Lîlwa Abdullah axivîn û sûcên li dijî herêmên hatine dagirkirin şermezar kirin.

Axêveran da zanîn ku dê şêniyên Efrînê di demeke nêz de vegerin bajarê xwe û dê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi berxwedana şêniyên Efrînê têk bibin û ew nahêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li xaka Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê û çi herêmeke dagirkeriyê li Sûriyê bimînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan encamnayea dawîn a komxebatê xwend û wiha tê de hate gotin:

"Îro, piştî 3 sal ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên sûrî li dijî Efrînê û dagirkirina wê û li hemberê şêniyên Efrînê 58 rojan berxwedaniyeke bêhempa da meşandin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ve tevahî sûcên dermirovî û derexlaqî ji qutkirina avê, şewitandina daran û wêrankirina hawîrdorê, sûcên qirkirina etnîkî û çandî, her wiha revandin, qetilkirin û dizîna milkan û wêrankirina cihên dîrok û perestgehan didome.

Dewleta Tirk a dagirker siyaseteke krêt û hovane li dijî Efrînê û herêmê dimeşîne, nasnameya wê ya dîrok û çand diguhere, ew jî bi rêya guhartina demografî, koçberkirina bizorê, qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê û ferzkirina zimanê tirkî pêk tê.

Dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê tenê nekir, lê belê hewl da projeya Rêveberiya Xweser, bi rêya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û Efrînê têk bibe, tevî ku ew herêm ên herî ewle bûn û tevahî koçberên Sûriyê berê xwe didan wir.

Berxwedana şêniyên Efrînê lawaz nebû, lê belê tevî topbarana li dijî wan, zêde û bilind bû, şêniyên Efrînê di kampan de tevî rewşên dijwar li ber xwe didin û bi hêviya vegerê ne.

Ji encamnameya komxebata Efrînê ya xîtabî gelek xwestek hene:

1-Bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji Efrînê û herêmên dîtir ên Sûriyê ye.

2-Divê şêniyên koçber û penaber bi garantiya navneteweyî vegerin warên xwe.

3-Divê sûcdar werin muhasebekirin û dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were avakirin.

4-Komîteyeke siyasî ya hiqûqî û çandî li herêmên dagirkirî, di serî de jî li Efrînê were avakirin, da ku sûcên li dijî jinan werin belgekirin, ji ber ev sûc komkujî derbas kirin û divê li pêş civaka navneteweyî were eşkerekirin.

5-Divê derfet li pêş dezgehên çapemeniyê yên herêmî û cîhanê were vekirin, da ku rastiyên sûcên li dijî mirovahiyê werin eşkerekirin, bi taybet sûcên li dijî jin û zarokan.

6-Divê çareyeke siyasî ya adilane ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê were dîtin û Rêveberiya Xweser beşdarî civînên navneteweyî ya ber bi Sûriyeke demokratk a pirrengî ya nenavendî ve biçe.

(fr)

ANHA