Washingotinê cezayên nû yên bazirganiyê li dijî Rûsyayê birîn

Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê îro li dijî Rûsyayê cezayên nû ferz kirin û ji sibe ve ceza dikeve pratîkê de.

Washingotinê cezayên nû yên bazirganiyê li dijî Rûsyayê birîn
17 adar, 2021   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber doza muxalifê rûsî Alexey Navalny dê DYA`yê bendên bazirganiyê yên li dijî Rûsyayê berfireh bike ku Washingotinê texmîn dike ku di havîna derbasbûyî de rastî êrişeke kemyewî hatiye. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê cezayên nû li dijî dahatûyên girêdayî ewlehiya neteweyî bin, lê beşa balafiriyê û fezayê dê heta 1’ê Îlona bê bê par bimînin.

Desthilata Rûsyayê dema Alexey Navalny vedigeriya Rûsyayê ew girt û beriya niha bi salekê ve jî hewldana jehrkirina wî kiribû.

Navalny ê 44 salî serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi dayîna fermana jehrkirina wî, tawanbar kir, lê  Kremlinê ev yek derewand.

(eh)