Jinên Helebê: Têkoşîn çeka me ya ji bo pêkanîna azadiya rêberê me ye

Jinên bajarê Helebê piştrast kir ku divê têkoşîn were bilindkirin, da ka rêber Ocalan rizgar bikin û rewşa wî ya tenduristî eşkere bikin. Her wiha jinan destnîşan kir ku têkoşîn erka her jinekê ye ku bibe bersiva herî baş ji bo rêber Apo ku piştgiriya doza jinan kiriye.

Jinên Helebê: Têkoşîn çeka me ya ji bo pêkanîna azadiya rêberê me ye
17 adar, 2021   17:49
HELEB-MIHEMED EBDO

Girêdayî bertekên şermezar û redkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina dewleta Tirk a zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan, jinên Helebê hêrsa xwe nîşan da û piştrast kir ku dê têkoşîna xwe ji bo başbûna tenduristiya rêberê xwe bilind bikin.

 ‘EM Ê JI BO RÊBER OCALAN BIBIN BERSIVEKE HERÎ BAŞ’

Endama rêveber a Kongreya Star Amine Xidro wiha got: "Ew wek jinên bajarê Helebê ji bo bilindkirina têkoşînê amade ne, da ku wijdanên rêxistinên navneteweyî û mirovî zindî bikin ku tecrîda li dijî rêber Ocalan rakin."

Amine Xidro wiha domand: "Mijara temamkirina çareseriya doza jinan li herêmê, bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye. Li vir jî rola me wek jinên li herêma Rojhilata Navîn divê bersiveke herî baş ji bo rêber neteweyî hebe, da ku rêbertî azad bikin."

 ‘EM Ê HETA AZADIYA RÊBERTÎ TÊ BIKOŞIN’

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Emel Horo diyar kir ku heke dewleta Tirk di zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan de berdewam kir, dê berê xwe bidin bilindkirina têkoşîn û çalakiyên aştiyane û daketina li qadan.

Emel Horo wiha domand: "Rêber Ocalan temenê xwe ji bo piştgirî û serketina doza xwe û pêkanîna aştiyê di navbera gelan de derbas kir, ji lew re em nikarin destgirêdayî bimîne û dê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya rêbertî berdewam bikin."

Emel Horo destnîşan kir ku hejmarek ji rêxistinên navnetweyî ku idîaya mirovahiyê dikin piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin û li hember nezelakirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan berpirsiyar in. Dewleta Tirk a berpirsê tecrîda li dijî rêber Ocalan e, li hember ku tiştek bi rêber Ocalan were, berpirsiyar e.

Li aliyekî din jî Zelîxe Şêx Qenber sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ferzkirina tecrîdê li dijî rêbertî şermezar dike û bang li tevahî jinan kir ku hevgirtî bin û fişarê li kesên têkiliyê bi rêbertî re qut dikin, bikin.

Zelîxe Şêx Qenber wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em di zelalkirina rewşa tenduristî ya rêbertî de bi israr in û heta peyamekê ji rêber Ocalan nebihîsin yan jî serbestdana wî venahesin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jhfB8_IIlyw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>