​​​​​​​Rêxistineke hiqûqî sûcên dewleta Tirk li Efrînê yên 3 salan eşkere kirin

Îro, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê li ser bîlançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çetreyên wê ji 18`ê Adara 2018`an de li Efrînê pêk tînin, daxuyaniyek weşand.

​​​​​​​Rêxistineke hiqûqî sûcên dewleta Tirk li Efrînê yên 3 salan eşkere kirin
17 adar, 2021   15:23
ŞEHBA

Di salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ya piştî berxwedaneke 58 rojan, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bîlançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê wekî kuştin, revandin û dizîn di 3 salên borî de, belge kirin.

Bi dehan endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê li qada Kampa Serdem a girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî sûcên dagirkeran di 3 salan de daxuyaniyek da.

Her du endamên rêxistinê Roşîn Mistefa û Wefaa Bekir daxuyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji 18`ê Adara 2018`an ve û heta niha zêdetirî 300 hezar sivîl ji Efrînê koçber bûne, koçberkirina bi darê zorê ji Efrînê ya bi zexta dagirkeriya Tirk û komên çekdar ên Sûriyê yên alîgirê wê dewam dike. Ew yek ji bo bicihkirina malbatên ji Xûta, Deraa û Idlibê li seranserê Efrînê û dewamkirina guhertina demgrafîk li herêmê, pêk tê.

Li gorî agahiyên tên belavkirin, rêjeya kurdan li Efrînê niha ji sedî 23 derbas nake, ku ev wekî mezintirîn sûcên guhertina demografîk li Sûriyê ji destpêka 2011`an ve, di navbera dewleta Tirk a dagirker û hin hêzên herêmî û navneteweyî de pêk tên.

Li seranserî gund û navçeyên Efrînê nêzî 400 hezar kesên ji herêmên şer ên Sûriyê û bi taybetî ji gundewarê başûrê Idlibê, gundewarê başûr û rojavayê Helebê li Efrînê hatine bicihkirin. Ji ber ku hejmara niştecihên biyanî zêde bû, li herêmê kampên bêserûber hatine avakirin.

Dagirkeriya Tirk her wiha ji beriya 3 salan ve hewl dide nasnameya Efrînê, xwezaya wê biguherîne û rengê tirkî li ser bixe. Wê yekê bi rêya guhertina navên kolan, qad, cihên giştî, nexweşxane û bilindkirina ala Tirkiyê li ser dibistan û cihên giştî, pêk tîne.

Dagirkeriya Tirk navên qadên sereke yên navenda bajarê Efrînê guherand, wekî qada “Azadî” veguherand qada “Ataturk”, Çerxerêya “Newroz” veguherand Çerxerêya “Salah El-Dîn”, Çerxerêya “Wetanî” veguherand Çerxerêya “18`ê Adarê”, Çerxerêya “Kawayê Hesinkar” veguherand Çerxerêya “Çiqila Zeytûnê”. Her wiha navên gundan jî guherandin, wekî navê gundê Qestel Miqdad veguherand Selcûq Obasî, gundê Kotana veguherand Zafir OBasî û gundê Kurzêlê veguherand Cafar Obasî.

Di heman demê de, navên cihên stratejîk û navên kurdî veguherand navên Osmanî û ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan li her cihî û li ser navnîşanên li destpêka gundan û navenda bajêr, bilind kir. Her wiha zimanê tirkî li dibistanan ferz kir û ala Tirkiyê danî ser cilê şagirtan.

Li kêleka wê yekê, navê Nexweşxaneya Efrînê bi zimanê tirkî nivîsand ku berê bi zimanên erebî û kurdî hatibû nivîsandin. Navîn panoyên dikan, kolanan guherandin û bi tirkî nivîsandin. Hemwextî wê yekê, dagirkeriya Tirk dest dirêjî cihên pîroz kir û perestgehên êzidiyan li gundên wan rûxandin.

Di çarçoveya guhertina demografîk û guhertina nasnameya herêmên ku dagir kirine de, dewleta Tirk a dagirker nasnameyên tirkî ji sivîlan re derxist.

Li Efrînê li dijî sivîlan bûyerên revandinê û kuştinê zêde bûn, piraniya wan ji bo xwestina fidyeyê pêk hat.

Girêdayê vê yekê, zêdetirî 7 hezar û 476 sivîl di dirêjahiya 3 salên ji dagirkeriyê hatin revandin û çarenûsa zêdetirî nîvê wan hîna jî ne diyar e. Li gel wê bi awayekî dubare şêniyên Kurd bi armanca dayîna fîdyayan dihatin revandin û şênî vê yekê bi bazirganiya biqezenc ji bo çeteyan bi nav dikin.

Der barê rewşa jinan li Efrînê de, 74 jinên ku hatine qetilkirin hatin belgekirin, jê jî rewşên xwekuştinê û 69 rewşên tecawîzê hene.

Girêdayî rewşa qetilkirinê, zêdetirî 612 sivîl jê jî 500 di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de hatin qetilkirin, 82 sivîl ji ber îşkenceyê hatin qetilkirin û zêdetirî 696 sivîl di encama topbaranên dewleta Tirk û çeteyên wê de birîndar bûn, jê 303 zarok in û 214 jin in. Girêdayî wê 214 mayîn û erebeyên bombebarkirî hatin teqandin, zêdetirî 315 hezar û 600 darên zeytûn û hawîrdorê hatin qutkirin, da ku bazariyê pê bikin, zêdetirî 12 hezar darên zeytûn û hawîrdorê hatin şewitandin, kêmî nîvê zeviyên çandiniyê bi 11 hezar û 600 hêktar hatin şewitandin. Her wiha ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha ve, bi hezanan malbatên sivîlên koçber hatine desteserkirin û çeteyan bi dehan mal kirin baregeh û girtîgeh.

Zirarên madî, sûcên talankirin û dizînê yên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk anîne, desteserkirina mewsima zeytûn û şandina ber bi dewleta Tirk ve bi rêya dergeha gundê Hemamê ya bi ser navçeya Cindirêsê ve ye. Dagirkeriya Tirk di par de ev baregeh ava kir, da ku derbaskirina berhema zeytûn û kelûpelên diziyên hêsan bike û weke berhema dewleta Tirk li sûkên cîhanê mîna Spaniya û Amerîka bifiroşe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li dijî Efrînê de, piranî cihên dîrokî û şûnwarên ku di lîsteya UNESCO’yê de ne wêran û talakirin, mîna perestgeha Eyn Dara, Nebî Horî, şkefta Duderî, gora Mar Maron û gelek cihên dîtir.

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê li herêma Efrînê nêzî 78 girên dîrokî hene, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve piranî gir ji bo lêgerîna li şûnwar û entîkan, kolandin.

Li gorî serjimariya Gerînendetiya Şûwaran a Efrînê, zêdetirî 28 cihên dîrok û depo hatin rûxandn û zêdetirî 15 perestgehên olî yên tevahî mezheb û olan hatin wêrankirin û gelek goristan hatine rastkirin û vegerandin sûka pez.

Li gel wê jî dewleta Tirk a dagirker rêya tranê ya hesin ku ji Mîdan Ekbes a navçeya Racoyê heta bi Kefir Cenê û Qitmê yên navçeya Şera vekirin û firotin bazirganên Ezazê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QIgbBRsIoxM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>