Daîreya Têkiliyên Derve îdiayên Human Rights Watch red kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê piştrast kir ku zarokek ji Kenedayê radestî rayedarên kenedî kir, piştî erêkirinek nivîskî ji dayîka wê û îdiayên HRW'ê yê der barê wê mijarê de red kir.

Daîreya Têkiliyên Derve îdiayên Human Rights Watch red kir
17 adar, 2021   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina HRW bi daxuyaniyekê idîa kir ku zaroka 4 salî vegerî Kenedê piştî ku 2 salan ji jiyana xwe di nava rêxistinê DAIŞ'ê de derbas kir. Her wiha destnîşan kir ku serbestberdana zarokê bi berdêleke pir mezin bû û hikumeta Keneda nepejrand ku zarok û dayîka xwe vegerin ji ber ku li Sûriyê dima, ji ber ku têkiliyên wê bi terorîstan re hebû û ji çeteyên rêxistinê zewicîbû.

Li ser îdiayên rêxistina HRW'ê nivîsgeha çapemeniyê ya daîreya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan daxuyaniya HPW`ê ya der barê mijarê de ku radestkirina zaroka Kenedî Fatime Ehmed Komarî (4) şopandin û diyar kir ku ew di Rêveberiya Xweser de li gorî qanûnên navneteweyî yên ku piştrast dikin ku zarok nabe ji dayîka xwe dûr keve û tenê dema rewşa mirovî be û bi erêkirina dayik û xwesteka wê be dibe.

Daîreya Têkiliyên Derve destnîşan kir ku ew hewl didin ku wan zarokan bişînin jîngehekê tendurist da ku dûrî zihniyeta DAIŞ'ê ya tundrew  bikevin. Her wiha lê zêde kir ku li ser van nirxan û ji ber rewşa tenduristî ya taybet ya wê zarokê roja înê 12'ê adarê û li ser daxwaza dayîkê wê radest kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve da zanîn ku ew dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan piştrast dikin, ji lew re di 25`ê Adara 2019`an Rêveberiya Xweser piştî du rojan ji rizgarkirina Baxozê û têkbirina dewleta DAIŞ`ê, banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir ku di bin siyeke navneteweyî de be, lê heta niha tu bersiva ji kesî nehatiye û tu dewletan jî hevkariya bi Rêveberiya Xweser re nîşan nekiriye.

(dm)

ANHA