Şêniyên Minbicê bi meşekê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir

Îro bi sedan şêniyên xetên Ebû Qelqel û Til Hozan li Minbicê civiyan û bi meşekê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir û salvegera dagirkirina bajarê Efrînê şermezar kir.

Şêniyên Minbicê bi meşekê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir
Şêniyên Minbicê bi meşekê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir
Şêniyên Minbicê bi meşekê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir
Şêniyên Minbicê bi meşekê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir
17 adar, 2021   15:35
MINBIC

Îro Meclisa Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan a Minbicê meşek li dar xist û şêniyên Ebû Qelqel û Til Hozan û endamên saziyên sivîl û leşkerî li bajarokê Til Hozan ê başûrê bajêr beşdarî meşê bûn.

Meş ji naverasta bajarokê Til Hozan dest pê kir û heta stasyona rojavayê bajarok berdewam kir. Beşdaran alên Meclisa Ciwanan, Meclisa Jinên Ciwan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

/ar/uploads/files/2021/03/17/144105_ahmd-alhsyn.webp

Meş li stasyonê veguherî mîtîngê û li wir deqak rêz hate girtin, piştre Hevserokê xeta Til Hozan Ehmed El-Hisên axivî û got: "3 sal di ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî bajarê Efrînê re derbas dibin ku gelê wê di nava du mehan de berxwedaniyeke lehengane pêk anî, lê belê ji ber êrişên hovane yên dewleta Tirk ku hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike, Efrîn hate dagirkirin û şêniyên herêmê bi darê zorê koçber bûn."

/ar/uploads/files/2021/03/17/144128_mhmd-alaly.webp

Dûvre bi navê ciwanên xeta Ebû Qelqel û Til Hozan, Hevserokê Meclisa Ciwanan Ebû Qelqel Mihemed El-Elî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku agahiyeke hate belavkirin ku tunduristiya rêber Abdullah Ocalan ne baş e û ji beriya 23 salan ve di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de di rewşeke xetere de ye û ev yek derexlaqî, dermirovî û derqanûnî ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hîn jî dewleta Tirk a faşîst rêber Abdullah Ocalan ji mafên herî hêsan bê par dike û nahêle parêzer û malbat pê re bicivin ku rewşa wî nas bikin. Hevdîtina dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re di Nîsana 2020`an de bû û piştî wî peywendiya bi rêbertî re qut bû. Îro jî gihaşt vî agahiyê ku hatiye belavkirin ku ew jî rewşa rêber Abdullah Ocalan ne baş e.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanên şoreşger û jinên ciwan banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker berpirsa tenduristiya rêberê mirovahiyê, xwediyê fikirê azad û biratiya gelan e, di heman demê de berpisyariya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan e ku li pêşberî çavên wan ev binpêkirina li dijî rêbertî pêk tê.

Meş bi sloganên"Bijî rêber Ocalan û na ji kiryarên desthilata Tirk re yên li dijî rêbertî" bi dawî bû.

(eh)

ANHA