Li Tirbespiyê û Qamişlo şehîdên Adarê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û Qamişlo şehîdên meha Adarê bi merasîman bi bîr anîn.

16 adar, 2021   16:16
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma bîranîna şehîdên Adarê li hola Siyahî ya navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo bi beşdariya bi sedan ji şênî û malbatên şehîdan li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre malbatên şehîdan mûm pêxistin û kulîlk danîn gel wesîqetên şehîdan, dûvre sînevîzyonek li ser ked, têkoşîna şehîdan û şehîdên komkuiya Helebçeyê hate pêşandan.

Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Enwer Muslim axivî û destnîşan kir ku gelên herêmê di tevahî cureyên qetilkirin û koçberiyê re derbas bûn, tenê ji ber ku banga azadiyê kir.

Muslim qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn û wiha got: "Komkujiya li Helebçeyê bi destê rejîma Baasê pêk hatiye, niha bi destê AKP’ê li Bakurê Kurdistanê digel bêdengiya navneteweyî û herêmî de dubare dibe.

Piştî axaftinê, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatine kirin.

Navên şehîdan wiha ne; Ehmed Hebîb (Şoreş Qamişlo), Sabir El-Ezbe (Sabir), Tefîq Umer (Kados), Newroz Necmedîn (Newroz), Mihmûd El-Dehwî (Mehmûd), Kemal Hacî (Xemgîn), Necmedîn Misto (Raman), Azad Silêman (Xemgîn), Stêra Umer (Peyman Dêrsim), Toma Soma (Şervan Tirbespiyê), Dara Mihemed (Xalid Tirbespiyê), Diyar Mihemed (Çekjîn Tirbespiyê) û Raşid Hebîb (Reşo Tirbespiyê).

Li Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan 94 şehîdên meha Adarê ku li herêm û dîrokên cihêreng şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo bi beşdariya malbatên şehîdan, şêniyên bajêr û endamên saziyan tevî hildana wêne û alên şehîdan, li dar ket.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd li ser rola şehîdan û kedên wan di parastina welat de axivî.

Ubeyd diyar kir ku tu gotin tune ne ku cihê şehîdan ên ku ciwantiya xwe bêyî dudilî ji bo welat daye, biwesifînin. Ji lew re şopandina rêça şehîdan li ser milê me ye, da ku armancên ku ji bo şehîd bûbûn de, pêk bînin.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA