​​​​​​​Mexmûrî: Gelê Kurdistanê deyndarê Rêber Apo ye

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda giran û ji bo hevdîtin bi rêberê Abdullah Ocalan re pêk were, meşiyan.

​​​​​​​Mexmûrî: Gelê Kurdistanê deyndarê Rêber Apo ye
16 adar, 2021   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku nûçeyên têkildarî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan li ser malperên tevna civakî hatin weşandin, li her derê Kurd daketin qadan. Ji duh ve şêniyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiyan li dar dixin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda giran û ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk were, meşiyan. Meşê saet di 10:00’an de li ber avahiya Şaredariya Gel a wargehê destpê kir.

Di meşê de al û posterên Rêber Abdulah Ocalan, alên PKK û YJA-Star hatin hildan. Her wiha di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Îmralî” hatin berzkirin. Şêniyên wargehê bi awayek girseyî ji ber avahiya şaredariyê heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Li ber avahiya NY’yê kom bûn û daxuyanî hat dayîn. Piştî deqeya rêzgirtinê mamosta Huseyîn Kara daxuyanî da.

Kara di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser agahiyên ku di derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de hatîn parvekirin û got: “Ev hêzên dagirker û komploger ti caran dest ji komsepta xwe ya înkarkirinê û tunekirinê bernedaye. Em wek gelê Kurd û Kurdistanê deyndarê rêber Apo ne, ji ber ku rêbertî xeta azadiyê, artêş û eniyê nişanî me daye. Ji bo wê jî em bi fikir û ramanê rêbertiyê xwe jiyan dikin, em bê rêbertiyê xwe nikarin jiyan bikin. Bila bloka AKP-MHP gelê Kurd û Kurdistaniyan bi van kiryarên xwe ezmûn nekin, bi hezaran fedayiyên rêber Apo hene. Ji ber ku rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, rêberê gelên bindest û hemû mirovahiyê ye. Ji bo wê jî dema hêzên komploger gavên xwe diavêjin, bila bi hesab bavêjin.”

Kara di dawiya axaftina xwe de hemû hêzên komploger û xiyaneta nava Kurdan de şermezar kir.

Piştî axaftina mamoste Husyîn Kara meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.