Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn

Gelên Bakur û Rojhiltê Sûriyê û şêniyên taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, îro di saet 11:00 de 5 deqe rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçeyê ku di sala 1988'an pêk hat, sekinîn.

Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
16 adar, 2021   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 33 sal li ser komkujiya Helebçe re derbas dibe, ku di encama bomberarana kîmewî ya bi destê dîktetorê Iraqê Sedam Hisên pêk hat, zêdeyî 5 hezar Kurd şehîd bûn û 10 hezaran jî birîndar bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê, her sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cûr bi cûr têne lidarxistin.

HELEB

Şêniyên taxa Şêxmaqsûd û Eşrefiyê li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger sekinîn û dirûşmeyên silavkirina şehîdan gotin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fîdan Hisên şehîdên komkujiya Helebçe bi bîr anî û got: "Ji berê de dijminên Kurdan hewl didin qirkirinê li ser Kurdan pêk bînin. Weke îro dewleta Tirk li dijî sivîlên taxa Mehmûdiyê ya Efrînê komkujiyek pêk anî."

ŞEHBA

Şêniyên Şehbayê yên herêma Efrînê û gundên kantona Şehbayê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê, 5 deqe rêzgirtin sekinîn.

QAMIŞLO

Her wiha şêniyên bajarê Qamişlo li pêşiya çarxereya Osman Sebrî sekinîn û şehîdên kokujiya Helebçeyê bi bîr anîn.

DÊRIK

Şêniyên navçeya Dêrik ê kantona Qamişlo li sûka navendî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçe 5 deqe rêzgiritn sekinîn.

Piştre Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrik Mihemed Ebdulrehîm got: "Di şexsê şehîdên Helebçe de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin, her wiha komkujiyên li dijî gelê me li Enfal, Rûbiskî, Helebçe û komkujiyên din, şermezar dikin."

Ebdulrehîm bal kişand ser agahiyên ku dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê derbarê tenduristiya rêber Ocalan de weşandiye û got: " Ji duh ve li ser dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê agahiyên derbarê tenduristiya rêber Ocalan de têne weşandin. Heya niha jî em nizanin ka çi li zindana Îmraliyê diqewime."

Ebdulrehîm got dewleta Tirk berpirsiyarê rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan e û piştrast kir ku ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz rêber Ocalan xeta sor e.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(dx)

ANHA