`Divê rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî testan ji Rêber Ocalan re çêkin`

Yekitiya Parêzeran û Hiqûqnasan a Helebê got divê rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî testan ji Rêber Abdullah Ocalan re çêkin.

`Divê rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî testan ji Rêber Ocalan re çêkin`
16 adar, 2021   12:20
HELEB

Parêzer û hiqûqnasên li bajarê Helebê ev daxwazên xwe bi rêya dauxyaniyekê rave kirin. Hevserokê Yekitiya Parêzeran Mehmûd Hemo daxuyanî li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya taxa Şêxmeqsûd xwend.

 Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:Dewleta Tirk hemû biryar û peymanên navneteweyî paşguh dike û rêgezên exlaqî û mirovî bin pê dike.  Her Wiha tu girîngî neda peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin nûçeyên ku di vê dawiyê de ji girtîgeha Îmraliyê hatine hişt ku fikarên wan têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî zêde bibin û wiha hate dewamkirin: "Berdewamkirina tecrîda li ser, qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran û malbatên re gelek gumanan li gel me çêdikin.

Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Desteya Neteweya Yekbûyî dikin ku pêwîste mudaxele bikin û rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin. Divê zextê li dewleta Tirk bikin ji bo tecrîda li ser bi dawî bike û rê bide hevdîtin û serdanên parêzeran. Her wiha rêxistinên tenduristî yên navneteweyî erkdar bikin da ku testan ji Rêber Abdullah Ocalan re çêkin û eleqedariya pêwîst jê re pêşkêş bikin.”

(şx)

ANHA