Komîteya Aborî ya Tebqayê: Divê dewleta Tirk çemê Firat ji armancên xwe dûr bixe

Komîteya Aborî ya Tebqayê bi daxuyaniyekê, siyaseta dewleta Tirk a êrişkar a li dijî gelê Sûriyê û nerêzdariya wê ji qanûnên navneteweyî re şermezar kir û bang li dewleta Tirk kir ku çemê Firat ji armancên xwe dûr bixe.

Komîteya Aborî ya Tebqayê: Divê dewleta Tirk çemê Firat ji armancên xwe dûr bixe
16 adar, 2021   11:44
TEBQA

Hevserokê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêmê Tebqa Mihemed Diya El-Dîn daxuyanî xwend û bang li Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku destûrê bide ku para Sûriyê ya ava Firatê derbas bibe.

Di daxuyaniyê de Diya El-Dîn girîngiya çema Firatê di destekdayîna aborî ya tevahî herêmê de anî ziman û diyar kir ku ew çavkaniya peydakirina pêdiviyên jiyanî yên piraniya malbatan e.

Her wiha destnîşan kir ku projeyên avdanê bi kêmbûna asta avê bandor bûne û da zanîn ku tevahî turbînên ku bi hezaran erdên çandinyê av didin ji xizmetê derketine û ger bi vê awayî dewam bike dê karesateke mirovî ya mezin rû bide.

Têkildarî rewşa kehrebê jî, Diya El-Dîn got hilberîna kehrebayê bi rêya hilberîna bendava Firatê rojane gihiştiye 12 saetan û dibe ku di demên pêş de kêmtir bibe.

Di dawiyê de, Diya Elî-Dîn  bal kişand ser siyaseta AKP`ê û serokê wê Erdogan a li dijî gelê Sûriyê û sûcên ku rojane li herêmên dagirkirî pêk tîne û bang li tevahî cîhanê kir ku rê li ber siyaseta Erdogan bigire.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Oxn7ZZQpyBw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>