'Divê hemû jin û tevgerên jinan ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan'

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bang li hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistin û tevgerên jinan ên li tevahî cîhanê kir ku derkevin qadan û daxwaza azadiya rêber Ocalan bikin.

'Divê hemû jin û tevgerên jinan ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan'
16 adar, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek da raya giştî û ragihand ku divê tavilê rewşa rêber Abdullah Ocalan were zelalkirin.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star û bi beşdarbûna bi dehan jinên ji nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên mirovî û hiqûqî hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Kongreya Star Bêrîvan Yûnis ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Daxuyanî wiha ye: "Ji destpêka avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê ve ev tevger ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi rêya komploya navneteweyî û meşandina siyaseteke bi zanabûn ji bo qutkirina her rêbazên têkiliyan di navbera gel û rêberê wan de tê hedefgirtin ku her tim fikr û felsefeya pêşkêş kiriye. Gel jî ev fikr û felesefe ji bo bidestxistina azadiya xwe nexasim jinan ji xwe re kiriye bingeh. Jinan xwedî li parê herî mezin a vê felsefeyê derket da ku azad bibe û mafên xwe bi dest bixe.

Ev polîtîkaya faşîzma Tirk bi hemû rêbazên pêkan dewam dike. Îradeya gel û jina ku bi îdeolojiya rêberê neteweya demokratîk rêber Abdullah Ocalan hinek nefes standiye, dike hedef. Li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha tekekesî de li Îmraliyê hovantirîn teşeyên tecrîdê li dijî wî tê meşandin. Ji hêsantirîn mafên xwe di pêkanîna hevdîtinê bi malbat û parêzeran re de bê par maye ku Komîteya Navneteweyî ya Mafên Girtiyên Siyasî banga wê dike.

Dewleta Tirk a faşîst her derfetê bi kar tîne da ku zirarê bide kesayeta rêber Abdullah Ocalan û ji bo wê rê û rêbazên cuda yên der mirovî bi kar tîne û şertên ne guncew diafrîne

Agahiyên der barê rewşa rêber Abdullah Ocalan de ku li ser malperên tevna civakî û dezegehên çapemeniyê yên Tirkiyê belav kirine, piştrast dike ku hikûumeta Tirk kiryarên xwe berdewam dike û komploya ku kesayeta serok dike hedef, nemaze ji ber ku hê jî destûr nedaye ku hevdîtin di navbera serok û parêzeran û malbatê de pêk werin. Ev yek jî fikar û gumanên me li ser rastbûna nûçeyên ku di çapemeniya Tirk de der barê tenduristiya serok de belav bûne, zêde dike.

Em wekî Kongreya Star bang li aliyên peywendîdar dikin ku bi lezgînî rewşa dateyên mîna van nûçeyan eşkere bikin û rê bidin parêzeran ku di zûtirîn dem de bi rêber re hevdîtinê pêk bînin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Navneteweyî ya Mafên Girtiyên Siyasî dikin ku erka xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dest ji van pêkanînan berde ku hemû gelên herêmê bi taybet gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dike hedef.

Her wiha em bang li hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistin û tevgerên jinan ên li tevahî cîhanê dikin ku derkevin qadan û daxwaza azadiya rêber Ocalan bikin û teqez bikin ku em di têkoşîna xwe de bi israr in da ku rewşa tenduristiya rêber nas bikin û wî ji zîndanê azad bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/faaIpgLY21A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>