Xwendekarên Rojava ji bo naskirina rewşa rêber Ocalan banga seferberiya giştî kirin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo naskirina rewşa rêber Abdullah Ocalan banga seferberiya giştî li Kurdistanê kir.

Xwendekarên Rojava ji bo naskirina rewşa rêber Ocalan banga seferberiya giştî kirin
16 adar, 2021   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Bi belavbûna agahiyên der barê tenduristiya rêber Abdullah Ocalan li ser malperên tevna civakî re, li Kurdistanê gel daket qadan.

Di vê çarçoveyê de rojnamevan û xwendekarê beşa wêje û zimanê kurdî Zîwer Şêxo diyar kir ku agahiyên di vê dawiyê de der barê rewşa rêber Abdullah Ocalan hatine belavkirin, metirsîdar in û wiha got: “Divê gelê Kurd û alîgirên azadiyê van agahiyan bi awayekî cidî bigirin dest.“

Şêxo piştrast kir ku gelê Kurd ev demeke di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê" ye tê dikoşe û  girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de ji zêdetirî 100 rojî ve dest bi giravên birçîbûnê kirine û wiha berdewam kir: “Niha ji gelê Kurd û Kurdistanê tê xwestin ku seferberiya giştî ragihîne.”

Şêxo destnîşan kir ku gelê Kurd û kesên demokrat ji dema ku van agahî bihîstine ketine nav liv û tevgerê da ku rastiya wan agahiyan nas bikin û wiha domand: “Em rexnedayîna xwe didin ji ber ku me rêber Abdullah Ocalan di dirêjahiya vê demê de bi tenê li Îmraliyê hiştiye.”

Şêxo bang li gelê Kurd li Kurdistanê, Ewropa û cîhanê kir ku ji bo eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan ji ber ku Ocalan gelê Kurd bi doza wî da naskirin û ew nasnameya ciwan û gelê Kurd e.

Ji aliyê xwe ve xwendekara beşa wêje û zimanê kurdî Silava Hec Mihemed got: “Rêber Abdullah Ocalan hebûna Kurdan e, bê fikir û felsefeya wî Kurd nikarin mafên xwe bi dest bixin.”

Silava wiha axaftina xwe domand: “Îro bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ez wêjeya kurdî di zanîngeha Rojava de dixwînim.”

Silava di dawiyê de banga serhildanê li hemberî siyasetên ku li dijî Kurdanan di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de têne kirin, kir û got: “Me bi rêya têkoşîna rêber Abdullah Ocalan nasname xwe nas kir û gelê Kurd bi dîroka wî ya kevnar da naskirin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dzCGe4jXlFY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>