Xalid Îsa: Raya giştî ya Fransayê piştevanê projeya me ya demokratîk e

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê destnîşan kir ku raya giştî ya Fransayê piştgiriya projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha domand: “Di rêveberiya Fransayê de hevalbendên me yên stratejîk hene. Ew dizanin ku dewleta Tirk destekê dide rêxistinên terorîst ên li Sûriyê.”

Xalid Îsa: Raya giştî ya Fransayê piştevanê projeya me ya demokratîk e
16 adar, 2021   11:34
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Meclisa leşkerî ya suryanî duh bi şev nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransayê Dr. Xalid Îsa û Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Îliya li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê pêşwazî kirin.

Ev serdan di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser ji bo veguhestina rewşa herêmê li gel êrişên dewleta Tirk ji raya giştî re de pêk hat.

Di serdanê de Dr. Xalid Îsa ji ANHA`yê re axivî û got divê rewşa herêmê û êrişên ku li dijî wê tên krin ji dewleta Fransayê û dewletên din ên Ewropayê re werin ragihandin.

Îsa wiha behsa helwesta hikumeta Fransayê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: “Dewleta Fransayê dewleta yekemîn e ku desteka berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ`ê kir. Helwesta wê jî heta niha pêşketî ye. Fransa baş dizane ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û desteka rêxistinên terorîst ên li herêmê dike.“

`FRANSA PIŞTGIRIYA PROJEYA ME Û HÊZÊN ME DIKE`

Îsa der barê helwesta Fransayê li hemberî dagirkirina dewleta Tirk ji bajarê Efrînê re de wiha axivî: “Divê em helwesta Fransayê ya wê demê ji bîr nekin. Nûnerê dewleta Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiya Navneteweyî projeyek li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê pêşkêş kir. Lê ji ber hevsengiyên hêzên navneteweyî ev proje nebû biryar.”

Îsa wiha domand: “Di mijarên din de jî Fransa xwedî helwest e, di nav de dergeha Til Koçer. Lê gelek dewletan gefa bikaranîna mafê Vêtoyê di Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de xwarin.”

Îsa piştrast kir ku Fransa di çarçoveya koalîsyona li dijî terorê de şirîkê herêmê ye.

Îsa têkildarî vê yekê got ew bi hêzên leşkerî yên herêmê yên ku herêmê ji terorê rizgar kir û parast serbilind e.

`VEGUHESTINA REWŞA HERÊMÊ JI RAYA GIŞTÎ YA LI DERVE RE`

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Dr. Xalid Îsa got: “Em sûcên dewleta Tirk ên li herêmê belge dikin û vediguhêzînin raya giştî, rayedaryên Fransayê û çapemeniya Fransayê jî.”

Dr. Xalid Îsa girêdayî bajarê Til Temirê û taybetmendiya wê axivî û got: “Til Temir xwedî taybetmendiyeke stratejîk û taybetmendiyeke pirrengî û jiyana hevbeş e.“

Îsa spasiya Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir ku herêm û gelê wê parastin û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Em di wê baweriyê de ne ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan ji hêzên yekemîn bin ku dê roleke girîng di rizgarkirina herêmê ji dagirkirin û çeteyan de bilîzin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I4_NlEqkS2M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>