Jinan peyama xwe da: Heya em agahiyeke zelal negirin, em ê li qadan bin

Jinên Dirbêsiyê daxwaza eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan kir û gotin: "Heta daxwazên me pêk neyên, em ê her li qadan bin."

Jinan peyama xwe da: Heya em agahiyeke zelal negirin, em ê li qadan bin
16 adar, 2021   10:29
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Gelê Kurd li Rojava ji agahiyên derbarê tenduristiya rêber Ocalan bi fikar in. Bi hezaran bi dazxwaza eşkerekirina tenduristiya rêber Ocalan daketin qadan.

Jinên navçeya Dirbêsiyê metirsiyên xwe derbarê tenduristiya rêber Ocalan anîn ziman û daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan re kirin ku agahiyên derbarê tenduristiya rêber Ocalan, eşkere bikin.

Ebîr Hesen got: "Em çavkaniya van agahiyan nizanin, lê herî girîng em em rewşa tenduristiya rêber Ocalan bizanibin."

Ebîr dazxwaz kir ku rewşa tenduristiya rêber Ocalan were eşkerekirin û wiha dewam kir: "Em ê her tim li qadan bin heya ku agahiyên derbarê tenduristiya rêber Ocalan were eşkerekirin."

Her wiha Ebîr destnîşan kir ku bi rihê hevdîtina bi rêber Ocalan re wê cejna Newrozê pîroz bikin.

Edle Misto jî got: "Divê destûra pêkanîna hevdîtinên bi malbat û parêzeran re yekser were dayîn."

Edle di dawiya axaftina xwe de got: "Bê Serok jiyan nabe, bê Serok jiyan nabe."

(dx)

ANHA