Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan hîna jî bê bersiv maye

Hîna jî bersiva serlêdana parêzerên rêber Abdullah Ocalan a ji bo dîtina muwekîlê xwe re, nehatiye dayîn.

Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan hîna jî bê bersiv maye
16 adar, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî îdîayên ku di medya dîjîtal de têkildarî jiyana rêber Abdullah Ocalan hatin kirin, parêzeran serdan kir ku bi rengekî lezgîn Ocalan bibînin.

Serlêdan roja Duşemê ji aliyê Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Nevroz Ûysal ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê hatibû kirin.

Lê belê hîn jî bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayîn.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan yekemcar di 2 û 22'ê Gulana 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Heman salê di 12 û 18'ê Hezîranê de û 7'ê Tebaxê karîbûn hevdîtinê bikin.