​​​​​​​Çeteyên dagirkeriya Tirk herikîna ava çemê Qeremox girtin

Çavkaniyek herêmî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk herikîna ava çemê Qeremox girtin, da ku cotkar erdên xwe av nedin.

​​​​​​​Çeteyên dagirkeriya Tirk herikîna ava çemê Qeremox girtin
16 adar, 2021   09:33
EYN ÎSA

Li gorî heman çavkaniyê, çeteyên Feyleq El-Mecid herikîna ava çemê ku cotkaran ji bo avdana erdan bikar dianî, girtin.

Çavkaniyê diyar ku gelek cotkarên ku erdên xwe li ser çem av didin, zehmetî dibînin.  Nexasim tu çavkaniyên avê li nêzî wan tune ye û îsal jî par gelek nehat.

 (dm)

ANHA