Omer Ocalan: Divê tavilê hevdîtin bi Ocalan re werin kirin

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku ji ber rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan bi fikar in, divê tavilê bihêlin ku pê re hevdîtinê bikin. Her wiha daxwaznameyek da Wezareta Edaletê.

Omer Ocalan: Divê tavilê hevdîtin bi Ocalan re werin kirin
16 adar, 2021   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan da zanîn ku bi tu awayî têkilî bi rêber Abdullah Ocalan re nayê danîn û daxwazname da Wezareta Edaletê.

Di daxwaznameyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em malbata rêzdar Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye, bi tu awayî nikarin têkiliyê pê re deynin. Li Girtîgeha Îmraliyê herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtina bi parêzeran re pêk hatiye û di nava 21 salan de bi tenê carekê bi malbata xwe re bi telefonê axiviye. Têkiliya dawîn jî ji ber pandemiyê di 27’ê Nîsana 2020’an de bi bikaranîna mafê telefonê pêk hatiye. Piştî vê dîrokê ne malbat û ne jî parêzerên wî bi tu awayî agahî jê nestendine û derbarê jiyana wî di 14’ê Adara 2021’an de li ser medyaya dîjîtal hin îddîa hatibe belavkirin. Ev îddîa me dixe nav fikaran.

Nabe ku maf û azadiya bingehîn a ku di warê rêgezên gerdûnî û qanûnên neteweyî hatine mîsogerkirin werin nîqaşkirin, ligel hemû hewldanan jî li dijî hiqûqê destûr nayê dayîn ku rêzdar Ocalan bi malbat û parêzerê xwe bibîne. Ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan û rêyên hevdîtinê were vekirin li girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Grevên birçîbûnê ketiye rewşeke krîtîk. Ji ber van sedeman divê wekî her girtiyan mafên bingehîn were bikaranîn, qedexeya hevdîtinê ya li ser rêzdar Ocalan were rakirin û di demeke herî kurt de hevdîtina bi wî re were kirin. Em dixwazin ku ev îddîayên li ser jiyana wî jî werin zelalkirin û fikarên ji ber van îddîayan jî werin bidawîkirin.”