Têkiliyên dewleta Tirk û Misrê bûne mijara nîqaşê

Daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên li ser normalîzekirina têkiliyan bi Misrê re û vegerandina hevkariya istîxbaratî ya her du welatan, di nava derdorên Ereb de bûn mijara nîqaşê. Nivîskarê ji Misirê Eşref El-Eşrî got krîza hundirîn a dewleta Tirk û mayîna wê wekî sêwiyan, Erdogan neçar kir ku siyasetên xwe biguherîne.

Têkiliyên dewleta Tirk û Misrê bûne mijara nîqaşê
16 adar, 2021   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN-EMANÎ EZAM

Têkiliyên di navbera Misir û dewleta Tirk de ji  beriya zêdetirî 8 salan ve qut in. Nakokiyên her du aliyan vedigerin havîna 2013`an, dema ku Enqereyê hilweşadina hikumê Îxwan Mislimîn a bi serokatiya Mihemed Mursî û hatina wezîrê parastinê Ebulfetah El-Sîsî li ser desthilatê, red kir.

Dosyaya Îxwan Mislimîn a ku Misir wek teror û xeteriyê li ser ewlekariya welat dihesibîne, yek ji dosyayên herî girîng e ku her du alî ji dema hatina El-Sîsî ser desthilatê ve, li ser bi nakok in.

Nakokî bi pêşketin û şerên herêmî yên li ser herêmên serweriyê û lêgerîna li gazê li rojhilatê Deryaya Spî, her wiha bi destwerdana dewleta Tirk li krîza Lîbyayê, zêde bûn. Ev yek beriya ku her du alî bi awayekî cuda piştevaniya agirbestê bikin, pêk hat.

Di 2020’an de rayedarên Tirk li ser destpêkirina diyalogê bi Misirê re di dozên hevbeş de bi armanca normalîzekirina têkiliyan, gelek daxuyanî û îşaret dan.

Girêdayî mijarê û piştî çend salan ji êrişa dewleta Tirk li ser Misirê, şêwirmendê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Yasîn Aktay di 19’ê Îlona 2020’an de artêşa Misirê pîroz kir û gotibû:“Ew artêşeke gewre ye û dewleta Tirk rêzê jê re digire. Lê hin alî hene ku Misirê li dijî dewleta Tirk sor dikin, lê Misirê dê guh nede wan.”

Aktay wê demê piştrast kir ku sedemên hevkariya di navbera Misir û Tirkiyê de ji sedemên şer û dijminahiyê zêdetir in û got: “Hevkarî û hevgirtina her du wletan pêwîstiyek e û zû yan dereng divê her du alî wê yekê pêk bînin.”

Li aliyekî din jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu di heman mehê de wiha gotibû: "Ruxmî ku têkiliyên me bi Misirê re tevlîhev in, lê karsazên Tirk xebatên xwe yên bazirganiyê bi Misirê re dewam dikin û heke berjewendiyên me li hev hatin dibe ku em di pêşerojê de peymanekê bi Misirê pêk bînin."

Li aliyê din, Misirê bangên dewleta Tirk ên ji bo diyalogê bê bersiv hiştin û li ser gotin û kirinên rayedarên Tirk û lihevkirinên wê bi siyasetên herêmî re bi guman bû.

Têkiliyên di navbera Misir û dewleta Tirk de careke din bûn mijarê nîqaşê, piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu di 12’yê Adarê de ragihand ku Enqereyê dest bi peywendiyên dîplomatîk bi Qahîreyê re kirine û got:“Peywendiyên me bi Misirê re li ser asta stixbaratê an wezareta derve, hene.”

Çavûşoglu da zanîn jinûvedestpêkirina têkiliyan dê bi gavên biçûk ên li gorî stratejiyên diyar pêk bê.

Erdogan jî roja înê wiha gotibû: "Hevkariya me bi Misirê re ya li ser asta istîxbaratî, dîplomasî û aboriyê bi rastî berdewam in. Tu pirsgirêk di vî aliyê de nîn in."

Erdogan îdia kir ku dostaniya gelên Misirê û Tirkiyê ji têkiliyên di navbera gelên Misirê û Yewnanistanê mezintir e.

HELWESTA MISIRÊ!

Li ser bersivdana daxuyaniyên rayedarên Tirk, çavkaniyekî fermî yê misirî ji Ajansa Nûçeyan a Şerq El-Ewsat a Misirî got tiştekî bi navê “ji nûve destpêkirina peywendiyên dîplomatîk” nîn e û destnîşan kir ku her du şandeyên dîplomatîk yên Misirê û Tirkiyê li her du welatan hene û li gorî rêgezên dîplomatîk kar dimeşînin.

Çavkaniyê fermî yê misirî da zanîn ku ger dewletê Tirk dixwaze têkiliyên normal bi Misirê re deyne, divê destwerdana li kar û barên hundirîn ên dewletên herêmê rawestîne.

'ENQERE DI GOŞEYEKÊ DE MAYE Û BI KRÎZÊN HUNDIRÎN RE RÛ BI RÛ MAYE'

Têkildarî mijarê, Nivîskar û Gerînendeyê Edîtoriya rojnameya El-Ehram a Misirî Eşref El-Işrî got: “Sedema ku dewleta Tirk di vê demê de navbeynkariyê bi Misirê re dixwaze û di dema pêş de dixwaze têkiliyên xwe pê re bi pêş bixe, ew e ku Erdogan û AKP’ê pê hesiyan ku ew di goşeyekê de mane û bi aloziyên hundirîn ên li welêt re rû bi rû mane. Çi ji ber daketina nirxê lîreyê be, an jî zêdebûna bêkariyê û bilindbûna dengê muxalîfan li hemberî helwestên neynî yên Erdogan û rejîmê wî be.”

El-Işrî diyar kir ku li gel dewleta Tirk tu cureyeke têkiliyan li herêmê tune ne, ew jî ji ber di navbera dewleta Tirk û Misirê û dewleta Tirk û piranî dewletên Kendavê de nakokî hene, ev yek jî vedgere kiryarên dijminahî yên Erdogan ên ku qanûnên navneteweyî binpê dikin û wiha dewam kir: "Erdogan koma Îxwan El-Mislimîn û hin aliyên herêmî mîna Qeterê ji bo projeya xwe ya Osmanî bi kar tîne.

'PROJEYA OSMANÎ LI SER KEVRÊ RASTEQÎNIYÊ TÊK DIÇE'

El-Işrî da zanîn ku diyar e ku projeya Osmanî li ser kevrê rasteqîniyê ya li cîhana Ereb û Rojhilata Navîn têk diçe û heta dewletên Ewropa jî roleke mezin di sekna li hember Enqereyê de di dirêjahiya çend salên borî de lîst û wiha domand: " Erdogan gelek tevlihevî li herêma Rojhilata Navîn çêkirin. Bi vê re jî Erdogan dibîne ku divê roleke mezin di çareserkirina krîzên xwe yên hundirîn de bilîze, di heman demê de jî zirarên xwe yên siyasî û aborî careke din vegerîne."

'VEGERA TÊKILIYÊN BI MISIRÊ RE, PÊDIVIYA XWE BI DEMEKE DIRÊJ Û TAWÎZAN HEYE'

Eşref El-Işrî destnîşan kir ku li gel rêveberiya Amerîkayê helwestên dijber hene û sûcên Erdogan red dike û wiha domand: "Dê Erdogan ji niha û heta 4 salên pêş li hember gelek nakokiyên bi rêveberiya Amerîkayê ya nû re be, bi wê re jî Erdogan li rêbazeke rizgariyê ya bi lidarxistina têkiliyên xurt bi Misir û dewletên mezin re digere, da ku şaştiyên xwe çareser bike."

El-Işrî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Pêdiviya dewleta Tirk bi demê heye, bi taybet vegera têkiliyan bi Misirê re ne îro ne jî sibe dê pêk werin. Lê belê dê pêdiviya wê bi demeke dirêj heye û dê bi wê re jî Erdogan gelek tawîzan di merheleya bê de pêşkêş bike."

(fr)

ANHA