NATO ji kiryarên dewleta Tirk bi fikar e 

Sekerterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg fikarên xwe yên derbarê kiryarên dewleta Tirk de anî ziman.

NATO ji kiryarên dewleta Tirk bi fikar e 
16 adar, 2021   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Stoltenberg ji nûnerên Parlamentoya Ewropayê re got koalîsyon derbarê biryara dewleta Tirk a ji bo kirîna moşeka S-400 û rewşa mafên mirovan li Tirkiyê, nakokiyên cidî hene.

Dewleta Tirk ji ber siyasetên xwe yên di deryaya Spî û dagirkirina Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê, bi tenê li qadê ma û NATO ji ber van siyasetan bi hêrs e.

(dx)