Rojnameyên erebî: Ev 10 sal in civaka navneteweyî di çareserkirina aloziya Sûriyê de bi bin dikeve

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa binketina aliyên navneteweyî derbarê Sûriyê de û rewşa Iraqê kirin.

Rojnameyên erebî: Ev 10 sal in civaka navneteweyî di çareserkirina aloziya Sûriyê de bi bin dikeve
16 adar, 2021   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ TÊKILDARÎ DOSYAYA SÛRIYÊ CAREKE DIN BI BIN KET’

Rojnameya Şerq El-Ewsat bi nivîsekê behsa dosyaya Sûriyê kir û wiha got: “Duh, di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî de têkildarî Sûriyê ‘nakokiyeke’ din di navbera welatên rojavayî û Rûsyayê de derket. Endamên meclisê di salvegera 10`emîn a şerê Sûriyê de nikarîbûn bigihêjin helweseteke yekbûyî ji bo aktîvkirina xebatên siyasî ku navbeynkarê NY`yî Geir Pedersen bi rêve dibe.

Nûnera Amerîkayê Linda Thomas-Greenfield bandorên rewşa trajedîk li Sûriyê spart “rejîma Beşar El-Esed” û got, êdî divê li sedemên bingehîn ê şer vegere. Hempîşeyê wê yê Rûsya Vasily Nebenzia jî dibîne ku hewldanên “guhertina sîstema hikumê” bûn sedema “tevlîheviyê” û xwest “dagirkeriya biyanî bi dawî bibe” û Şam li “mala erebî” vegere.

Rêveberên Amerkayê yên Meclisa Ewlehiyê di vê Adarê de rûniştinek bi rêya dîmen orgenîze kir. Ew yek di çarçoveya nîqaşên li NY`yî û paytextan de yên têkildarî rêbaza guncawa ber bi xebatekî siyasî yê bi sûd ku armanca wê bidawîkirina şerê Sûriyê ye, pêk hat.

Bi vê boneyê, nûnera Amerîkayê rêzeşêwir pêk anîn û hewl da xebatên ku Geir Pedersen pê radibe, atkîv bike. Her wiha têkildarî daxuyaniya Sekerterê Giştî yê NY`yî Antonio Guterres ku gotibû gava yekemîn a çareseriya siyasî li gorî biryara “2254” bi pêşketineke berbiçav di civînên komîteya destûrê de pêkane, lihevkirin hebû. Lê belê beşdariya hemû beşên civaka Sûriyê di vê xebatê de, pêwîst dike ku hemû aliyên civaka navneteweyî beşdarî diyalogeke dîplomatîk a berdewam û bi hêz bibin da ku parçebûna di nav xwe de bi dawî bibin û bi hev re aştiyê li Sûriyê pêk bînin.”

‘KAZIMÎ BEHSA VEKIŞÎNA HÊZÊN AMERÎKAYÊ DIKE’

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya Ukaz wiha nivîsî: “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku di encama diyaloga stratejîk a di navbera Bexda û Washintognê de, dê zêdetirî nîvê hêzên Amerîkayê di rojên pêş de ji Iraqê vekişin. Di heman demê de, wezîrê berevaniyê Cûma Înad jî li ser hewldanên derxistina şerê navxweyî li wetêt ê bi rêya hedefgirtina şandeyên dîplomatîk li herêma Xedraa ya Bexdayê, hişyarî da.

Kazimî duh di salvegera 100`î ya damezirandina artêşa Iraqê de, tekezî bi serxwebûna Iraqê di aliyê biryardayînê de û redkirina destwerdanên biyanî li kar û barên hundirîn, kiribû.”

 (cx)