Hikumeta Şamê bihaya benzîn û gazê bilind kir

Îşev hikumeta Şamê ragihand ku bihayê benzîn û gazê bilind kir, ew yek digel krîza debarê ya dijwar li herêmên wê, pêk tê.

Hikumeta Şamê bihaya benzîn û gazê bilind kir
15 adar, 2021   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran ya hikumeta Şamê îşev biryara bi jimareya 854’an da, ku bihayê firotina benzîna Oktan 95 bi 2 hezar lîreya Sûriyê ji her lîtreyekê re be.

Li aliyekî din jî wezaretê biryara bi jimareya 855’an da, ku bihaya lîtreya benzîna baş a Oktan 90 ji bo kartên elektronîk re bi 750 lîreya Sûriyê be.

Her wiha Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran dîsa biryara 856 a diyarkirina bihaya firotina cereya gaza Botn a malê, da ku her cereyek bi 10 kîlogram bi 3 hezar û 850 lîreya Sûriyê be.

Li herêmên hikumeta Şamê qeyraneke aborî û debara dijwar di gelek binketina hikumetê ya eşkere di çareserkirina van krîzan de heye.

(fr)