ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-03-2021
16 adar, 2021   00:00

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan çalakî têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi boneya salvegera komkujiya Helebçe, mêtîngekê li çerxerêya Osman Sebrî ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Newroz piştî şoreşê êdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serbestî û her sal li gorî konsepta xwe, bi ruhê têkoşîna li dijî Dehaqan û bi ruhê berxwedanê tê pîrozkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Herêma Koçerat, Dêrik û Amûdê têkildarî salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyan didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li seranserî kantona Şehbayê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebçeyê deqeyeke rêz tê girtin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisên malbatên şehîdan ên Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Til Temirê bi wesîleya salvegera komkujiya Helebçeyê çalakiyan li dar dixin, her whia meclisên malbatên şehîdan ên Tirbesepiyê û Qamişlo merasîmê bîranîna şehîdên meha Adarê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadî û bi rihê têkoşîn û berxwedanê Newrozê pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şîrovekarê siyasî yê iraqî Esaed El-Ebadî got Abdullah Ocalan tîrêjên azadiyê radike û projeya wî banga aramiya herêmê dike û got:"Ocalan pêşengtiya projeyekê dike ku altirnetîfa projeya Rojhilata Navîn e ku armanca wê parçekirina herêmê ye." (BI WÊNE).

- Rojnamevan Îbrahîm Êzidî piştrast kir ku hikumeta Iraqê û PDK'ê planên dewleta Tirk pêk tînin, armanca her du aliyan jî bicihkirina hêzeke xurt a li Şengalê ye û Rêveberiya Xweser lêvegereke sereke ya gelê Şengalê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Helebê têkildarî rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Desteya Rêveber a Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Hisên Osman got, gelê Sûriyê berdêla azadiya ku ev 10 sala didome, dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di demeke ku hin lîbyayî geşbîniya xwe ji hikumeta ku nû hatiye avakirin de nîşan dide, lê hin jî metirsiya xwe tînin ziman û dibêjin dibe ku ev hikumeta ku nêzî Îxwan El-Mislimîn e ji bo dewleta Tirk û ajandeyên wê li hundirê vî welatî bixebite û dewlemendiya wê talan bike û sûdê ji hevpeymanên berê yên bi hikumeta El-Serac re ku îmze kirine, wergire. (BI WÊNE).

- Li baramber daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk ên dawîn li ser normîlazekirina têkiliyên bi Misir û vegera koordînakirina îstîxbaratî ya her du welatan re, nîqaşên berfireh li ser qada erebî hene. Bi wê re nivîskarê misirî Eşref El-Eşrî dibîne ku krîza li dewleta Tirk a hundirîn û mayîna wê ya sêwîtiyê neçar kir ku Erdogan siyasetên xwe biguherîne. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Sînorên Mîsakî Mîllî ji avabûna dewleta Tirk re tu carî ji rojevê derneketin. Her çend di Peymana Enqereyê ya sala 1926’an re bi fermî dabin Iraqê jî, di çarçoveya siyaseta Komara Tirkiyê ya sedsalî de her tim ji xwe re cih peyda kiriye.

ÇADN Û HUNER

-Merasîmêm vekirina wargeha ciwanan  di roja duyemîn de bi çalakiyên hunerî di didomin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker di 16`ê Adarê de li dijî sivîlên Efrînê pêk anî, hîn jî di bala efrîniyan de ye û ev roj ji bo mirovahiyê şermeke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA