‘Dê binketina êrişên li Garê bi xwe re bandoran li ser Tirkiyê û partiya Erdogan bîne’

Navenda Îmaratê ya siyasî piştrast kir ku binketina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayên Garê yên Başûrê Kurdistanê dê bi xwe re bandorên neyênî û mezin ji serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan, partî û wezîrê parastina wî re bîne û dê bandorê li siyasetên Tirkiyê yên derve jî bike.

 ‘Dê binketina êrişên li Garê bi xwe re bandoran li ser Tirkiyê û partiya Erdogan bîne’
14 adar, 2021   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Sibata 2021’an de dewleta Tirk êrişî çiyayên Garê yên Başûrê Kurdistanê kir, lê piştî şerê 4 rojan nekarî leşkeran daxîne û çiya dagir bike, bidawîkirina şer ragihand.

Çavdaran bûyera ku qewimî bi bineketineke dewleta Tirk nirxand, ku di encamê de 13 dîlgirtiyên ku li gel PKK`ê ku ji beriya 5 salan ve li çiyayê Garê bûn, hatin qetilkirin û 3 leşkerên dewleta Tirk ên ku beşdarî êrişan bûbûn hatin kuştin.

Navenda Îmaretê ya Siyasetan da zanîn ku Erdogan di 7’ê Sibata borî de ji gelê Tirkiyê re got ku li benda ragihandina girîng û nûçeyên kêfxweş bibin, lê hêviya Erdogan pêk nehat.

Di dema ku hatibû diyarkirin de Erdogan projeya dewleta Tirk a fezaî ragihand û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di dawiya 2023`yan de keştiyeke fezayî bigihîne heyvê, lê tiştekî nû di axaftina xwe ya mehane de ya tomarkirî de negot.

Di demekê de ku gelek kesan gotin "agahiyên xweş" projeya Tirkiyê ya fazayî ye, artêşa Tirk di roja dîtir de êrişên li ser çiyayê Garê  rawestandin.

Li gorî navendê, muxalefta Tirkiyê yekser got agahiyên xweş ên ku Erdogan soza wê dabûn, bi vê êrişa leşkerî ve girêdayî bû û wî pêşbîn dikir ku ew ê bi ser bikeve û rizgarkirina her 13 dîlgirtiyan ragihîne ku beriya niha agahiya ku ew dîlgirtî li cem PKK`ê ranegihandibû.

ꞌTEVLIHEVÎꞌ

Navenda Îmaratê ya Siyasetan diyar kir ku binketina van êrişan hişt ku hikumeta Tirkiyê tev li hev bibe û bandoreke siyasî jî kir, desthilata hakim hewl da xwe ji vê bûyerê bide alî û daxuyaniyên fermî yên ku hewl da binketina di êrişên li dijî Garê de îzahe bikin, bi nakok bûn.

Têkildarî mijarê serokerkan Yaşar Gular daxuyand ku armanca wî rizgarkirina dîlgirtiyan bû, ew jî bi fermana yekser ji desthilatê de bû, anku berpirsê Hulusî Akar bû. Hulusî Akar di civîna parlamentoyê de got armanca êrişê serwerîkirina li ser herêma Garê ye û leşker ji hebûna dîlgirtiyan li wir mat man, bi wê re hewldana rizgarkirina wan bi bin ket.

Navendê da zanîn ku Erdogan xwest ku vê binketina leşkerî bike mala siyasetê ev jî bi rêya rexneyên li MHP’ê û tawanbariya PKK`ê bû. Her wiha wezîrên hundirîn û parastinê çûn gel her du CHP’ê û İyi Partî yên muxalif û ji wan xwest ku di nav partiyên parlamantoyê de bi helwesteke neteweyî derkevin ku ew jî PKK`ê û HDP’ê şermezar bikin, lê belê bi bersivê mat man ku pêşniyara wan hate redkirin û serokê CHP’ê Kemal Kılıçdarolu derket û got Erdogan berpirsê encamên vê operasyonê ye.

Seroka İyi Partî Mrral Akshenar dîlgirtina wan kesan bo 5 salan rexne kir ku di pêvajoya 5 salan de tu gav ji bo rizgarkirina wan nehatine avêtin.

Her wiha bi bîr xist ku bi rêya diyalogên saziyên civaka sivîl gelek dîlgirtî hatin berdan, lê vê carê hikumetê destwerdana di vê xalê de red kir.

Li gorî navendê mûxalefetê li hev kiriye ku Erdogan dîlgirtina wan kesan bi bîr anîye û niha bi rêya êrişa leşkerî ku giraniya xwe bilind bike, xwest wan rizgar bike.

ꞌERDOGAN Û PARTIYA XWE DÊ BERDÊLÊ BIDINꞌ

Navendê encam û bandorkirina binketina di êrişên li dijî Garê de eşkere kir; li şûna ku serkeftina vê êrişa leşkerî bibe faktorekî siyasî ya xurt ku Erdogan ji nû ve giraniya xwe vegerîne, bû sedema ku hîn zêdetir giraniya xwe vegerîne û muxalefet jî li hemberî Erdoganê ku berpisyariya xwe ya binketina vê êrişê red kir, bisekine, tevî ku ew serokê dewletê ye û xwedî gelek mafan e.

Li ser vî bingehî Erdogan û partiya xwe dê hesabên binketina vê êrişê bidin.

Navendê da zanîn ku ev berdêl dê bandorê li partiya hakim a hundirîn bike û pêşdeçûn û daxuyanî destnîşan dikin ku dibe di demên pêş  de  Wezîrê Parastinê Hulusî Akar berdêlê bide ku ew jî rakirina ji erka wezaretê ye, her wiha Erdogan jî dixwaze destên xwe ji bûyerê bikişîne û saziyên dewletê û rayedaran tawanbar bike.

Tê payîn ku bandora vê êrişê ya neyênî li rewşa wezîrê parastinê Hulusî Akar û wezîrê Hundirîn Suleyman Soylu yê di hundirê partiyê de û bandoreke neyênî li siyasetên derve yên Tirkiyê bike.

(eh)