QSD’ê bûyerên li nexweşxaneya Şihêl çêbûne, eşkere kirin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê sedemên ku hiştine hêzên wan bi ser nexweşxaneya Şihêl de bigirin û keşf bikin, eşkere kirin, lêborîn ji kadroyên tenduristî xwest û piştrast kir ku dê tawîzên guncaw ji bo zirarên çêbûne bide.

QSD’ê bûyerên li nexweşxaneya Şihêl çêbûne, eşkere kirin
14 adar, 2021   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên şaneyên DAIŞ’ê yên li Şihêl li dijî wan û serdegirtina hêzên wan li nexweşxaneyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Saet di 9’ê êvara Înê ya 5’ê vê Adarê de hêzên me rastî êrişeke terorîst ji hêla çeteyên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê de hatin, di heman demê de dewriyeke me ya ji bo veguhastina birîndar û şehîdan rastî kemînekê li nêzî nexweşxaneya Şihêl hat û li gorî agahiyên meydanî kuştî û birîndarên endamên ku êrişî hundirê nexweşxaneyê kirine, hene.

Dewriyek ber bi nexweşxaneyê ve çû, da ku ji wê agahiyê piştrast bibe, lê li gorî şahidên endamên leşkerî ji aliyên avahiya nexweşxaneyê ve gelek gule ber bi dewriyeyê ve hatin avêtin.

Em QSD’ê lêborîna xwe ji danûstandina hêzên me li hember kadroyên nexweşxaneyê û zirarên madî yên li nexweşxaneyê dixwazin û dê lêpirsînekê ji bo endamên xwe derbasî nexweşxaneyê ji bo keşkirinê bûne, çêkin.

Dê tawîzên guncaw jib o zirarên li nexweşxaneyê bidin.

Em QSD’ê li gorî qanûnên şerên çekdarî tev digerin(nexasim jî peymanên Cinêvê yên 1949’an û protokolên wê yên 1977’an), qanûna urfî ya navneteweyî, qanûna navneteweyî ya mafên mirovan û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên 1998’an û 2011’an. Her wiha piştrast dikin ku dê tevahî tedbîrên guncaw ên ji bo garantiya ewlehî ya piştgiriya tenduristî pêk bînin."

(fr)

ANHA