Dewleta Tirk li Minbicê zarokek  qetil kir û 2 jî birîndar kirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Minbicê dan ber topan, di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk li Minbicê zarokek  qetil kir û 2 jî birîndar kirin
14 adar, 2021   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî sivîlan didomînin û got, gundên tije sivîl ên gundên nêzî eniyên şer da ber topan.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Artêşa Tirk a dagirker îro saet derdorî 09:00'an de, ji baregehên xwe yên li gundê Yaşlî gundê Zingil ê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi hawnan topbaran kir. 4 top li gund ketin, di encamê de zarokê bi navê Yamin Elî Eyntabî ku zarokê tekane yê malbatê ye yekser şehîd bû û zaroka bi navê Furqan Îbrahîm Eyntabî û zarokê bi navê Yasir Îbrahîm Eyntabî bi giranî birîndar bûn."

Li gorî daxuyanî, di heman rojê de saet 11:00'an, artêşa Tirk  ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî, gundî Um Celûd ê dikeve bakurê rojavayê bajêr bi 3 hawnan topbaran kir, di encamê de ziyanên madî gihiştin milkên sivîlan, têkildarî ziyanên mirovî agahî nehatin zanîn.

ANHA