Cara yekê ye li Îranê leşker beşdarî hilbijartinan dibin

Cara yekê ye Îran qebûl dike ku leşker beşdarî hilbijartinan bibin, lê bi şertê ku ji saziya leşkerî îstifa bikin.

Cara yekê ye li Îranê leşker beşdarî hilbijartinan dibin
14 adar, 2021   12:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Meclisa Sazbendiya Destûrê ya Îranê (desteya herî bilind e ku çavdêriya hilbijartinan dike) Abas Kedxayî ragihand ku qebûl dikin ku leşker beşdarî hilbijartinan bibin. Bi vê yekê rê li pêş fermandarên Artêşa Pasdaran a Îranê vedibe ku bikevin pêşbirka hilbijartinên serokatiya komarê ku tê payîn di Hezîrana bê de pêk bên.

Ajansa Tesnîm a girêdayî Pasdarên Îranê li ser zimanê Kedxayî da zanîn: “Yên ku berê di saziya leşkerî de kar kirine, dikarin beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên bê bibin. Di destûrê de tu madeyeke ku hibijartina wan qedexe bike, nîn e.”

Rayedarê Îranê tekez kir ku beriya ku beşdarî hilbijartinan bibin, divê leşker ji saziya leşkerî îstîfa bikin.

Li Îranê amadekariyên pêkanîna hilbijartinên 13`emîn ên serokatiyê ku tê payîn di 18`ê Hezîrana 2021`an de pêk bên, tên kirin.

(cx)