Di encama teqîna bermahiyên DAIŞ'ê de li Baxozê zarokek birîndar bû

Di encama teqîna bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê de li bajarokê Baxozê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê zarokek birîndar bû.

Di encama teqîna bermahiyên DAIŞ'ê de li Baxozê zarokek birîndar bû
14 adar, 2021   12:59
DÊRAZOR

Di encama teqîna mayineke bermahiyên DAIŞ'ê de zarokê bi navê Beha El-Dîn El-Nasir El-Îbrahîm yê 11 salî li bajarokê Baxozê birîndar bû.

Şêniyan demekê berê ji aliyên peywendîdar xwestibû ku herêma Baxozê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin, bi taybet gundê El-Hiwêce û kampa Baxozê.

Beriya ku gund ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve di Adara 2019'an de were rizgarkirin, çeteyên DAIŞ'ê tê de bi hezaran mayin û teqemenî de li pey xwe hiştin.

Di 3 mehên borî de, di encama teqîna bermahiyên DAIŞ'ê li herêmê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tîmên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi piştgiriya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêveberiya Xweser hewl didin mayin û bermahiyên DAIŞ'ê ên li Baxozê rakin.

(dx)

ANHA