Dagirkeriya Tirk li gundewarên Til Temirê baregehekê ava dike

Artêşa Tirk a dagirker li bakurê rojavayê navçeya Til Temirê baregeke leşkerî ya nû ava kir. Dagirkeriya Tirk amadekariyan dike ku baregeheke din li ser rêya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de ava bike.

Dagirkeriya Tirk li gundewarên Til Temirê baregehekê ava dike
14 adar, 2021   12:38
 HESEKÊ- DIYAR EHMED

Ji dema dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ve û gihaştina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ji derdorê navçeya Til Temir a kantona Hesekê ve, hêzên dagirker gund û erdên sivîlan vediguherînin baregehên leşkerî.

Dagirkeriya Tirk wekî li Eyn Îsayê, li li pêş çavên hêza garantor Rûsyayê, li eniya bakurê rojavayê Til Temirê gelek bargeh ava kirine.

Piştî êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê û topbarana rojane li dijî navçeya Til Temirê, artêşa Tirk a dagirker li bakur û rojavayê navenda Til Temirê gelek baregeh ava kirin. Baregeha nû ku vê dawiyê hatiye avkirin, di navbera gundên El-Qasimiyê û El-Reşîdiyê (4 km li bakurê rojavayê Til Temirê) de ye.

Tevgerên vê dawiyê li gundên dagirkirî wekî tevgera wesayitên leşkerî yên li girê gundê Til Menax, bi armanca avakirina baregeheke nû li ser girê gund ku dikeve ser rêya di navbera Zirgan û Til Temirê de, pêk hatin. Dagirkeriya Tirk niha satirên axê radike û mewziyan li derdora gir ava dike.

Di 17`ê Çileya borî de, çavkaniyekî leşkerî ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker sewqiyatên nû anîne girê gund.

Ji gundê Til Menax ê li bakurê Til Temirê û heta gundê El-Erîşe yê li rojavayê navçeyê, 3 baregehên dagirkeriya Tirk hene.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-oxOa71VfN4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>