ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 13-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 13-03-2021
13 adar, 2021   00:00

-Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Qamişloyê li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan got divê hemû gel li dijî tecrîdê tê bikoşe û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Îro salvegera 9`emîn a şehadeta çalakgera Yekitiya Star Gulê Selmo ye ku nîvê temenê xwe ji bo belavkirina fikirê rêber Abdullah Ocalan veqedand, ji bo rizgarkirina jinan û xelasiya gel a ji sîstemên ku nasnameya wan diçewisandin serî hilda. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, roleke sereke di dosyaya Sûriyê de dilîze, ji ber ku heta niha alîgirê yekemîn ê hikumeta Şamê ye, lê siyasetên wê di vê dawiyê de ket xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Di vê vir de pirsa ku xwe dide der ew e ku gelo Rûsya li kêleka Tirkiyê yan a gelê Sûriyê disekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên Dêrikê pêşwazîkirina Barzanî ji Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî re şeremzar kir û diyar kir ku serdana El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistanê re bi armanca hilweşandina yekitiya kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji wan siyasetan qutkirina ava Firatê ye ku gefan li mewsima çandiniyê ya li derdora ava Firatê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêma Reqayê ji ber kêmbûna baranê sûka pez şikestiye û têkildarî vê pirsgirêkê komîteya çandiyê dibe bersiv û êm li xwedanên sewalan belav dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA