Balafirên Rûsyayê cebilxaneya Tehrîr El-Şam bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê depoyên cebilxaneyê yên çeteyên Tehrîr El-Şam li gundewarên rojavayê Helebê, bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê cebilxaneya Tehrîr El-Şam bombebaran kir
13 adar, 2021   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên li nêzî herêmên di bin serweriya hêzên hikumetê de û depoyên cebilxaneya çeteyên Tehrîr El-Şam ên li gundewarê rojavayê Helebê rûxandin. Tu agahî der barê windahiyên canî de nehatine bidestxistin.

Balafirên şer ên Rûsyayê bi moşekên giran nuqteyên leşkerî yên derdora bajarokên Rîhab û Tiqad ên gundewarên rojavayê Helebê kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di 5 Adarê de balafirên şer ên Rûsyayê derdora bajarê Merat Miserîn ê li bakurê Idlibê, bombebaran kiriye.

(dx)