Gelo Rûsya li Sûriyê alîgirê kê ye?

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Rûsya roleke sereke di dosyaya Sûriyê de dilîze, hem alîgirê yekemîn ê hikumeta Şamê ye, hem jî siyaseta wê dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Gelo Rûsya li Sûriyê alîgirê kê ye?
13 adar, 2021   05:17
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Rûsya alîgirê sereke yê hikumeta Şamê ye, di heman demê de rê li ber dewleta Tirk û çeteyên wê vekir da ku hin herêmên Sûriyê dagir bikin.

RÛSYA NEDIKARÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ BISEKINÎNE!

Rûsiya heta niha rola xwe di dosyaya Sûriyê de dilîze, nemze piştî peymana Soçî ya agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gorî vê peymanê Rûsya wekî "Garantor" li herêmê hate erkdarkirin, lê heta niha erka xwe li hemberî gelê herêmê bi cih neaniye û êrişên domdar ên dewleta Tirk ranewestandiye.

22'yê Cotmeha 2019`an dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê peymanek ji 10 bendan mohr kir, ji wan bendan; QSD`ê 30 km ji sînorê Sûriyê-Tirkiyê vekişe, agirbest pêk were, bi kûrahiya 10 km li herêmên sînorî yên bi dewleta Tirk re dewriyeyên rûsî-tirkî werin meşandin û hikumeta Sûriyê jî leşkerên xwe li ser sînor bi cih bike.  

Piştî berxwedana ku 58 rojan dewam kir, dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Adara 2018`an de kantona Efrînê dagir kir, beriya wê jî di Havîna 2016`an de herêmên Ezaz, Carablus û Babê dagir kirin.

Her wiha di encama êrişên hovane de ku 9`ê Cotmeha 2019`an dabû destpêkirin, herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên mirovahiyê sûcên herî hovane pêk tîne û civaka navneteweyî jî li hemberî vê yekê bê deng e.

Piştî ku Rûsiya daxwaza Tirkiyê ya êrişkirinê erê kir, dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Sûriyê dagir kir û hîna jî hewl dide qada dagirkirina xwe ya li Sûriyê berfirhe bike.

ꞌRÛSYA ERÊ KIR KU LI HERÊMÊ KOMKUJÎ PÊK WERINꞌ

Gel ji peymana di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de ku ji bo agirbesta li herêmê hate mohrkirin bê hêvî ye û artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmê bênavber êriş dike.

/ar/uploads/files/2021/03/12/192530_nhad-ahmd.webp

Têkildarî mijarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed axivî û got, dewleta Rûsyayê rola xwe wekî garantora agirbestê bi cih neanî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê nesekinand. Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne, ji wan kumkujiya Helincê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker hema bêje rojane êrişên bejahî û asîmanî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ji wan êrişên li ser Eyn Îsa, Minbic û Dêrikê. Dewleta Tirk di 22`yê Çileya derbasbûyî de bi balafirên keşfê li maleke sivîlan da û di encamê de sivîlek birîndar bû, beriya wê jî di 23`yê Hezîrana derbasbûyî de bi balafireke bê pîlot li gundê Helincê komkujî pêk anî.

ꞌRÛSYA LI HERÊMÊ ROLA ŞANTAJKAR DILÎZEꞌ

Ehmed destnîşan kir ku Rûsyayê rola şantajkar li herêmê dilîze da ku bi rêya gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê re zextê li Rêveberiya Xweser bike ji bo hin herêman radestî hikumeta Şamê bike.

Ehmed di dawiya gotina xwe de diyar kir ku divê Rûsyayê di dosya Sûriyê de rola xwe ya sereke bilîze û zextê li dewleta Tirk bike ku êrişên xwe rawestîne û aloziya Sûriyê çareser bike, bi vî awayî dê hemû pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin çareserkirin.

Têkildarî mijarê çavdêrên siyasî dibêjin ku Rûsya erê kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî bike, nexasim herêmên ku piraniya niştecihên wê Kurd in û ji bo berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne, dagir bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CJK32x7ZmMc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>