Serokê Yekitiya Cotkarên Reqayê: Kêmkirina ava Firatê wê karesatê bi xwe re bîne

Serokê Yekitiya Cotkarên Reqayê Mihemed Salim bal kişand li ser qutkirina ava çemê Firatê  ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Sûriyê û hişyarî da ku heger dewleta Tirk şerê avê bidomîne dê karesetek rû bibe.

Serokê Yekitiya Cotkarên Reqayê: Kêmkirina ava Firatê wê karesatê bi xwe re bîne
10 adar, 2021   07:05
REQA-EHMED ESAF

Li Reqayê çandin di radeya yekemîn de piştgiriya aborî dike, ji sedî zêdetirî 85 şêniyên Reqayê di çandiniyê de dixebitin, nemaze ku çemê Firatê bi hezaran hêktarên zeviyan ava dide, ji lew re li ser çemê Firatê gelek projeyên çandiniyê yên mezin hatine avakirin, ji wê zêdetir jî 3 bendav li ser çemê hene ku kehrebe derdixîne û dide tevahî Sûriyê.

Gelek caran dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike û kêm dike, ew yek jî bandoreke mezin li şêniyên herêmê yên ku li hawiza Firatê dijîn, dike. Ji ber ku şênî debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin. Di du mehên dawîn de çandinî û sewladarî ji ber kêmbûna baranê paş ketiye.  Ev jî nîşaneya ziwabûna herêmê ye ku beriya çend salan çênebûye.

Serokê Yekitiya Cotkarên Reqayê Mihemed Salim qutbûna ava çemê Firatê bi "nebûna jiyanê" wesif kir û wiha got: "Çemê Firatê damarên jiyanê yên herêmê ye. Lê heke dewleta Tirk di qutkirina avê de berdewam kir, dê herêm li hember karesateke mirovî ya rasteqîn rû bi rû bimîne, nemaze cîhan bi tevahî li hember sûcên dewleta Tirk ku tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike, bê deng e."

Salim têkildarî rewşa aborî ku dê di dema pêş de herêmê tê re derbas bibe, hişyarî da  û got, ji ber ku cotkar nikarin zeviyên xwe yên havînê yên stratejîk, mîna pembo biçînin ku pêwîstiya wê bi avdaneke domdar heye.

Salim  got: "Ava Firat û bendavên wê sedema hebûna me li vê herêmê ye, heke ne ji wan bûya, wê herêm bibûya çolistan û îro dewleta Tirk dixwaze gelên herêmê birçî bike.

Salim da zanîn ku bi deh hezaran malbatên hene ku debara xwe li ser çemê Firatê çi bi çandinî yan jî bi girtina masiyan an jî xwedîkirina sewalan bi cih tînin. Her wiha destnîşan kir ku çemê Firatê li hember krîza aborî ya li tevahî herêmê bû piştgiriyek û îro dewleta Tirk dixwaze wan birçî bike.

Salim bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku li gorî qanûnan tev bigere û rêzê ji tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî yên girêdayî dabeşkirina ava navneteweyî re bigire. Her wiha got, qutkirina ava çemê Firatê di raydeya yekemîn de gelê herêmê dike armanc.

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê bandorek neyinî li tevahî aliyên jiyan kir, ji bilî bandora li sçandinî û sewalvaniyê, li herêmê krîzeke aborî heye. Ji ber ku gelek tûrbînên kehrebe-av ên li bendava Firatê ku kehrebê didin Sûriyê rawestiyan. Li ser vê yekê Gerînendetiya Kehrebeyê ya Tebqayê neçar ma ku gelek tûrbînan rawestîne û kehrebeyê nêzî 12 saetan di rojê de qut bike, da ku rêjeya avê li bendavê bê parastin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0ZOk4LBqU_o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>