El-Giêt: Divê civaka navneteweyî bi lez çeteyan darizîne

Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt diyar kir ku pêwîst e çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin û da zanîn ku projeyên piştgiriyê yên berfirehkirina girtîgehê pêngavek e, lê têrê nake ku bibe çareya dawîn a dosyaya çeteyan.

El-Giêt: Divê civaka navneteweyî bi lez çeteyan darizîne
10 adar, 2021   06:03
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Dosyaya çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên di girtîgeh û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, ji xetertirîn dosyayên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Rêveberiya Xweser piştrast kir ku xeteriya DAIŞ’ê berdewam e û pêşniyara Brîtanyayê têrê nake li hember vê xeteriyê bisekine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Adara 2019’an ve hewl dide çareyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ û malbatên wan re bibîne û di vî warî de gelek caran banga avakirina dadgehekê li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji ber ku li wê xakê tevahî nîşane û îsbatên ku çeteyan sûcdar bi derdixe hene. Lê civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê tu girîngiyeke guncawa ji vê dosyaya ku li ser asta herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê xetertir re, nedan.

Li aliyekî din jî ji mijarên herî xeternak ku dê di pêşeroja nêzî de li ser herêmê û cîhanê bandorên xwe yên neyinî hebin, zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê ne ku li ser fikira çeteyên DAIŞ’ê tên perwerdekirin, rojane mezin dibin. Wekîlê Serkreterê Giştî yê Nivîsgeha NY’yê ya Têkoşîna li dijî  Terorê Vladimir Ivanovich Voronkov di civîneke nefermî de ev yek piştrast kir.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt diyar kir ku doza çeteyên DAIŞ û malbatên wan pirsgirêka navneteweyî ye û Rêveberiya Xweser bi tenê nikare  vê arîşeyê çareser bike û wiha got: "Pirsgirêka DAIŞ’ê pir bi girêk e û pêdiviya wê bi çareyên lezgîn hene."

Fener El-Giêt destnîşan kirk u di kampan de bi hezaran çeteyên DAIŞ û malbatên wan hene û wiha domand: "Di girtîgehên Rêveberiya Xweser de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hene ku ji zêdetirî 50 dewletî ne. Ji lew re divê ev pirsgirêka navneteweyî were çareserkirin."

 ‘BERFIREHKIRINA GIRTÎGEHAN TÊRÊ NAKE’

El-Giêt behsa pêşniyara Brîtanya ya girêdayî girîtgehan kir û eşkere kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê çeteyên kir û bi wê re bi hezaran çete girtin û pêdiviya van girtîgehan bi asteke bilind a ewlehiyê heye û wiha pê de çû: "Ev çete xeteriyekê ava dikin û girtîgehên li herêmên me di bingeh de ne girtîgeh in, lê belê dibistan an jî avahiyên kevn in,  ji bo vê yekê pêdiviya me bi piştevaniya nanveteweyî ya dabînkirina van girtîgehan heye." Her wiha destnîşan kir ku çeteyên di girtîgehan de tevlihevî û îsyanan dikin.

El-Giêt wiha di gotina xwe de berdewam kir: "Herêmên me di êrişan re derbas dibe û pêdivî bi geşkirina ji tevahî aliyan heye û ne tenê girtîgehan. Brîtanya pêşniyareke lojistîkî ji bo girtîgehan da. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser bang li rêveberiya Amerîka, YE’yê û tevahî dewletên cîhanê kir ku dosyayên girtiyan, malbat û zarokên DAIŞ’ê bişopînin, da ku çareyekê ji biyad ve deynin."

 ‘DAIŞ DI KAMPAN Û DERVEYÎ WAN DE XWE JI NÛ VE BI RÊXISTIN KIR’

Li gorî serjimariyên dawîn ên rêveberiya kampa Holê ya ku di nîvê Kanûnê de çêkiriye, di kampa Holê de 62 hezar û 287 kes hene û li ser 17 hezar û 177 malbatan hatine belavkirin. Li gel wê jî hejmara iraqiyan 30 hezar û 706 e û li ser 8 hezar û 284 malbatan hatine belavkirin, hejmara sûriyan jî 22 hezar û 616 ne û li ser 6 hezar û 268 malbatan hatine belavkirin, lê hejmara malbatên çeteyên DAIŞ’ê 2 hezar û 625 malbat in û hejmara ferdên wan 8 hezar û 965 in ji zarok û jinan e.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2019’an de 170 jin û 177 zarok ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî fermî radestî hikumetên wan kirin û di 2020’an de 246 zarok û 36 jin radestî hikumetên wan kirin, anku hejmara giştî ku radest malbatên wan hatine kirin, 206 jin û 423 zarok e.

Fener El-Giêt da zanîn ku hin dewletan bangên Rêveberiya Xweser bersivandin û hin zarok û jinên ku nexweşên giran pê re hebûn vegerandin û wiha got: "Ev tedbîr têrê nakin, pêdiviya Rêveberiya Xweser bi çareyeke navneteweyî ya ji binyad û lez heye. Li gel me gelek kamp hene, jê jî kampa Holê ya ku tê de sûcên terorî, rewşa qetilkirinê zêde bûne. Her wiha rêxistina terorî ji nû vex we li kamp û derveyî wê bi rêxistin dike."

Li kampa Holê rojane rewşên qetilkirinê hene û ji destpêka 2021’an û heta niha de 36 kes hatine qetilkirin.

Gitê axivî ku pêdiviya wan bi derfetên teknîkê û madî û heta derfetên pisporî yên ewlehî hen û wiha axivî: "Xebata berfirehkirina girtîgehan têrê nake ku pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê were çareserkirin. Hevkariya me bi hikumeta Brîtanyayê re ya ji bo dîtina girtîgehên ji aliyê taybetmendiyên cîhanê re hene."

Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku Rêveberiya Xweser bang û pêşniyar kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê were avakirin û wiha got: "Em astengiya avakirina dadgeha navneteweyî dizanin, ji ber ku pêdiviya wê bi biryar û erêkirina navneteweyî heye. Li Sûriyê nakokî bi taybet di navbera 5 dewletên endam ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de heye, ew jî di encama nakokî û berjewendiyan de ye."

PÊŞNIYAREKE NÛ

Fener El-Giêt eşkere kir ku wan daxwaz kir ku dadgehên hevbeş ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê werin avakirin, ku dewletên ku welatiyên wan di nava çeteyên DAIŞ’ê û girtiyên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene  beşdar be û wiha domand: "Ev pêşniyar hîna jî bi YE’yê re berdewam e,  em bi hêvî ne bi lez pêk were. Ji ber ku zarokên çeteyên DAIŞ’ê rojane mezin dibin û hin destê wan di sûcên DAIŞ’ê de nîn in."

El-Giêt bal kişand ser sedemên ku nahêlin dadgeha navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê werin avakirin û wiha pê de çû: "Dosyaya DAIŞ’ê aliyên xwe yên siyasî hene, her wiha xwesteke navneteweyî ya avakirina vê dadgehê nine. Di heman demê de mijarên qanûnî hene, ji ber  ku li gel hin dewletan qanûn hene ku nahêlin sûcdaran li derveyî sînorên wê muhasebe bikin û hin dewlet jî hene ku vê yekê derfet digirin ku nasnameyê ji ser welatiyên xwe rakin."

Fener El-Giêt metirsiyên xwe ji dosyaya çeteyên DAIŞ’ê nîşan dan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Mijara DAIŞ’ê mijareke xeter û bigirêk e. Ev çete xeteriyekê li ser ewlehiya me ya herêmî û navneteweyî bi giştî çêdike, nemaze jin û zarokên DAIŞ'ê, ji ber ku tu delîl û îsbatên me li dijî wan tunene dê zû an dereng ji kampê derkevin, yên ku di hawayeke neguncaw de mezin bûne dê vegerin dewletên xwe, di wê demê de em ê li pêşiya nifşekî dijwar û teror a herî xeternak rû bi rû bimînin."

(fr)

ANHA