'Ger civakên navneteweyî sûcên dewleta Tirk ranewestîne, dê karesateke mirovî çêbibe'

Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê got, heger kêmkirina asta ava çemê Firatê berdewam bike, dê kareseteke mirovî çêbibe. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku para Sûriyê ya avê bide.

'Ger civakên navneteweyî sûcên dewleta Tirk ranewestîne, dê karesateke mirovî çêbibe'
10 adar, 2021   08:55
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku siyasetên xwe yên qirêj li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, serî li hemû rêbazan dide, ji wan rêbazan kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ye ku çavkaniya derxististina enerjiya kehrebeyê li herêmê ye.

Li herêmên Cizîrê, di nav de navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê ku li eniyên şer ên bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re, ji zêdetirî mehekê ve zehmetiyên kêmbûna saetên kerhebeyê hene.

/ar/uploads/files/2021/03/10/085503_1-28429.webp

Ji çend mehên borî ve, di encamên topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de gundewarên rojavayê Til Temirê bê kehrebe ne.

Hevserokê Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê Fehed Semîle wiha got: "Sedema kêmbûna saetên dayîna kehrebeyê li herêmê, ew e ku dewleta Tirk a dagirker ava li ser bendava Firatê qut kiriye, her wiha asta ava ku dewleta Tirk berdide kêmî nîvî ye, lê ev jî têrê nake ku kehrebeyê derxîne û bide herêma Cizîrê."

Semîle destnîşan kir ku Tirk a dagirker bi hemû rêbazan, di nav de qutkirina av û kehrebeyê û êrişên domdar şerê herêmê dike û wiha gotina xwe berdewam kir: "Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker êrişî stasyona kehrebeyê ya li navçeya Til Temirê û torên kehrebeyê yên di navbera Til Temir û navçeya Zirganê de kir û ji zêdetirî 20 caran qut kiriye."

Girêdayî giliyên şêniyan ji ber nepeydakirina kehrebeya bêrêxistinkirî, Semîle wiha pê de çû: "Şêniyên herêmê bi kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê bawer nakin û bawer nakin ku heke ava bengavê hebe wê demê wê kehrebe jî hebe. Divê şênî bizanibin ku niha miqdarê avê ji eslê 500 metrekab di saetekê de, 200 metrekab e."

Semîle hişyar kir ku ger kêmbûna rêjeya avê berdewam bike, nexasim jî bi hatina havînê re, dê karesateke mirovî çêbibe.

Semîle bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin û sûcên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û wiha bi dawî kir: "Em bang dikin ku avê berdin û para Sûriyê ji avê berdin."

(fr)

ANHA