Ebû El-Xêz careke din wek sekreterê giştî yê Komkara Erebî hate erkdarkirin

Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban biryara ku Ehmed Ebû El-Xêz careke din bibe sekreterê giştî yê Komkara Erebî, erê kir.

Ebû El-Xêz careke din wek sekreterê giştî yê Komkara Erebî hate erkdarkirin
3 adar, 2021   12:43
NAVEND NÛÇEYAN

Misirê di dawiya meha Çileyê de ragihand ku ew dixwaze careke din Ehmed Ebû El-Xêz ji bo 5 salan bibe sekreterê giştî yê Komkara Erebî.

Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî peyamek ji rêveberên Ereban re şandibû û tê de diyar kir ku Qahîre dixwaze careke din Ebû El-Xêz hilbijêre.

Beriya 5 salan Ehmed Ebû El-Xêz wek sekreterê giştî hatibû erkdarkirin. Ebû El-Xêz ji 2004`an heta 2011`an, 7 salan wek wezîrê karên derve yê Misirê kar kiriye.

(bx)