Jinên ku cara yekemîn 8`ê Adarê pîroz dikin: Roja azadiyê hiltê

Jinên Dêrazorê yên ku cara yekem 8`ê Adarê pîroz dikin, kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna çalakiyên vê boneyê destnîşan kir û gotin: "DAIŞ`ê jin û 8`ê Adarê ji holê rakiribûn, beriya şoreşê jî desthilatên Sûriyê nedihişt ku jin roja xwe ya cîhanê pîroz bikin."

Jinên ku cara yekemîn 8`ê Adarê pîroz dikin: Roja azadiyê hiltê
Jinên ku cara yekemîn 8`ê Adarê pîroz dikin: Roja azadiyê hiltê
Jinên ku cara yekemîn 8`ê Adarê pîroz dikin: Roja azadiyê hiltê
Jinên ku cara yekemîn 8`ê Adarê pîroz dikin: Roja azadiyê hiltê
3 adar, 2021   03:42
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê  li ser Dêrazorê de, şênî di rewşeke krêt û tarî de bûn ku çeteyan gelek kiryar li ser şênî û jinan ferz kirin.

Çeteyan li jinan bi hemû temenan lixwekirina laçikên reş ferz kir, nedihşt jin bi tenê ji mal derkevin. Kesên ku fermanên wan bin pê dikir, bi lêdana qamçiyê, keviran û dayîna bacê ceza dikir.

Di pêngava Bagera Cizîrê de ku QSD`ê di 9`ê Îlona 2017`an de li dijî çeteyên DAIŞ`ê dabû destpêkirin, şêniyên Dêrazorê ji nû ve roj dît.

Pêngava Bagera Cizîrê heta 23`yê Adara 2019`an berdewam kir. QSD'ê bi beşdariyeke mezin a jinan rizgarkirina bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê ragihand ku devera dawî ya di destê DAIŞ'ê de li Sûriyê û Iraqê mabû.

Piştrî rizgarkirinê, Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê hate damezrandin û hejmareke mezin ji jinan tev li sazî û komîteyên wê bûn.

Jinan piştî ku beşdarî rêveberiyê bûn mafên xwe nas kirin. Jinên Dêrazorê destpêkê Roja Jinan a Cîhanê nizanîn, lê piştî naskirina wan a tevgerên jinan ên ku li Dêrazorê hatine avakirin, wateya vê rojê nas kir.

Der barê Roja Jinan a Cîhanê de  endamên Meclisa Jinan a Sûriyê ji ANHA'yê re axivîn.

ꞌJIN DI DEMA DAIŞ’Ê DE TUNE BÛN, GELO DÊ ÇAWA ROJA WAN JÎ HEBE?

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê ya Hecînê Hûda Eswed 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Bang li tevahî jinan bi taybet jinên Dêrazorê dikim ku bikevin tevgerê, bixebitin û daxwazên mafên xwe bikin ku ji aliyê pergalên desthilatdar û çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn çewisandin û heqaret û koletî li wan hatibû ferzkirin."

Hûda Ewsed da zanîn ku jin di dema serweriya DAIŞ`ê de tune bû û got: " Jin li her derê heta li mala xwe wekî şerm dihat dîtin, gelo wê çawa di nava vê zilmê de ev roj pîroz bikira?"

Hûda Eswed bal kişand ser rewşa Hecînê ya piştî rizgarkirinê û got piştî QSD, YPG û YPJ`ê destpêka 2019`an Hecîn ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir roja azadiyê li Dêrazorê hilat.

ꞌKÊFXWEŞIYEKE NAYÊ WESIFANDIN'

Hûda Eswed di berdewama axaftina xwe de îşaret bi rola jinên Dêrazorê li eniyên pêşîn ên şer kir û diyar kir ku beşdariya jinan ji eniyên pêş ên şer re hişt ku hêz û israra jinên Dêrazorê ya li hemberî zilmê xurttir bibe û bi wê re beşdarî saziyên sivîl û hêzên jinan bûn.

Têkildarî sûcên qetilkirina jinên Dêrazorê Hûda Eswed ev nirxandin kir: "Ev yek ji bo qutkirina dengê azadiyê ye. Nameyên me yên ji bo vê yekê ew in ku ger hûn dengekî qut kir dê bi hezaran dengên ku banga azadiya jinan dikin, berz bibin."

Hûda Eswed kêfxweşiya xwe ya beşdariya ji çalakiyên 8`ê Adarê re destnîşan kir û wiha axivî: "Kêfxweşiya min nayê wesifdayîn." Her wiha destnîşan kir ku endamên rêveber ên Hecînê bernameyek ji bo danasîna Roja Jinan a Cîhanê bi rêya lidarxistina semîneran ji meclis û hêzên leşkerî re, daniye, her wiha dê xwepêşandan werin lidarxistin, konê keleporî were vedan û bajar were xemilandin.

'MÎLADEKE NÛ YE'

Li aliyekî din jî endama Meclisa Jinan a Sûriyê Fatima Salim axivî û behsa keda ku jin ji bo mafên xwe dide kir û got: "Tevî şer, bindestî û adetên paşverû û nêrîna neyênî ya li hemberî jinan, jin bi kêfxweşî beşdarî çalakiyên ji bo 8`ê Adarê dibin."

Fatima Salim 8`ê Adarê li hemû jinên ku serî hildan, li hemberî adat û kevneşopiyên paşverû sekinîne ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê dabûn meşandin, pîroz kir û jina bi  gula yasemînê şiband û wiha got: "Heke Yasemîn hişk bibe jî, dîsa bêhna wê heye."

Fatima Salim diyar kir ku rizgarkirina Dêrazorê, bi taybet rizgarkirina jinan ji DAIŞ’ê mîladeke nû ya jinên Dêrazorê ye û destnîşan kir ku piştî rizgarkirinê hêviya şêniyên Dêrazorê û jinên wê yên ku bi destên çeteyan rastî hemû cureyên çewisandinê hatin, mezintir bû. 

Fatima Salim ev yek li gotina xwe zêde kir: "Me hêvî nedikir ku piştî çend salên tundî û bindestiyê, ji nû ve roja azadiyê hilê, lê piştî rizgarkirinê em gihaştin baweriyekê ku azadî nêz e û li ber çavan e."

Fatima Salim da zanîn ku piştî rizgarkirina bajêr jin tev li hemû qadên siyasî, leşkerî û civakî bûn, ev jî bi saya rêxistinên jinan ên ku ji bo zindîkirina jiyana li herêmê li ber xwe dan û peywendî bi jinan re danîn, pêk hat.

Fatima Salim di dirêjahiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Dê îsal jinên ku berê beşdarî çalakiyên 8’ê Aarê nebûne, bibin. Jinan bi sedema fişarên çeteyên DAIŞ’ê, desthilatên Sûriyê nikarîn şahiya Roja Jinan a Cîhanê li dar bixista."

Fatima Salim bal kişand ser nêzîkatiyên DAIŞ`ê yên ji jinan re û ev gotin rêz kirin: "Jin û 8`ê Adarê ji holê hatibûn rakirin, cilên reş lê kiribûn û ji serî heta lingên wê wekî heram dihat dîtin, deng jê re tune bû heta di mal de jî tevlêbûn jê re tune bû û di jiyanê de binaxkirî bû."

ꞌASO JI JINÊN EREB RE HATE VEKIRIN ꞌ

Fatima Salim kêfxweşiya xwe li ser  beşdariya ji Roja Jinan a Cîhanî re anî ziman û diyar kir ku beşdariya wan ji çalakiyên vê rojê re hêviya jiyaneke layiq da wan.

Fatima Salim di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku wan mafên xwe yên çewisandî bi dest xistine û êdî jiyana di nava çar dîwaran de qebûl nakin, lê belê daxwaza mafên xwe û mafên hemû jinan  dikin.

Fatima Salim destnîşan kir ku şoreşa 19`ê Tîrmehê rê li pêşiya jinan vekir, ji wan jinên pêkhateya Ereb in ku di nav civaka ereban de rola xwe isbat kir.

Fatima Salim êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê û hwd ên girêdayî dewlet aTirk şermezar kir û bang li jinan kir ku li hember dijminê mirovahî bisekinin.

Fatima Salim axaftina xwe bi vê gotinê bi dawî kir: "Çi dikin bila bikin, nikarin rê û têkoşîna me tarî bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Q11jT-pGrI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>