Jinên Yemenê hîna jî ji xebatên rêvebirinê tên dûrxistin û ratî azaran tên

Di dema ku jinên li cîhanê roja xwe ya cîhanê pîroz dikin da ku şoreşa xwe ya li dijî zihniyeta desthilatdar bidomînin û serkeftina wê misoger bikin, jinên Yemenê rastî êş û azaran tên.

Jinên Yemenê hîna jî ji xebatên rêvebirinê tên dûrxistin û ratî azaran tên
3 adar, 2021   06:01
EL-QAHÎRA – EMANÎ EZAM – YARA MIHEMED

8'ê Adarê di encama serhildanan jinên kedkar a bidestxistina mafên xwe de ji jinên cîhanê re rojeke taybet e. Piştre ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî Roja Jinan a Cîhanê hate ragihandin û îtîraf pê hate kir.

Di dîroka Rojhilata Navîn de jin ji ber urf û adetên civakî yên paşverû gelek êş û zilm dîtin. Civakê ji ber nefamkirina durist a ji ol re jin di nav çar dîwaran de hiştin û erka wê tenê anîna zarokan û xwedîkirina wan dît. Bi gihiştina sîstema kapîtalîst re jin wekî meta û bedena wê ji bo reklamê hate bikaranîn.

Rêber Abdullah Ocalan di pareznameya xwe ya "Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" vê nirxandinê dike: " Pirr girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî ve lêkole û li ser bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya pirsgirêkan de ye. Em dibînin ku mirovatiyê hê gav neavêtiye civaka dewletdar a çînî li ser jinê hiyerarşiyeke hişk a mêrê serwer (bavikan) bi sazî bûye."

Her wiha dibêje: " Mêtinkarî û zordestiya çor a li ser civakê, qatbiqat li ser ked û bedena jinê pêk tê. Hê nû hay jê çêdibe ku jin jî mirov e."

Rêbertî di nirxandinên xwe de vê jî dibêje: " Divê baş bê zanîn ku di civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê, jiyaneke manedar jî wê çênebe. Em divê zanibin ku jiyana herî xweşik û manedar bi jineke azad a bi temamî bûye xwedî rûmet re pêk tê û bi vê zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêşde bibin."

Li ser vî esasê pêketina çirûsêkên şoreşên "Buhara Gelan" ku di sala 2010'an de li Rojhilata Navîn dest pê kirin, ji jinan re mizgîniyeke bû. Li Yemenê jî jinan ku ji ber zihniyeta baviksalarî gelek êş û azar kişandin, şoreşa ku 11`ê Sibata 2011`an dest pê kir re wekî mizgîniya xêrê dît.

Jinên Yemenê di vê şoreşê de hebûna xwe bi awayekî ber bi çav û wekhev bi ciwanan re, îsbat kir. Bûyerên vê efsaneyê di nava rûpelên şoreşa li dijî rejîma Elî Abdullah Salih de yê ku di nava 33 salan de bi mîlyonan welatiyên Yemenê bindest kir, hate nivîsandin.

Rojnamevan û nivîskara Yemenî Fikriya Şehra ku ji pêşengên şoreşa 11`ê Sibatê di nivîseke xwe de wateya şoreşê ji jinên Yemenê re eşkere kir û wiha dibêje: "11`ê Sibatê ya nemir  pêngava jinê bi gotin û pratîkî bû, heta ku şoreş bû jin, azadî jin e, gotin jin e, dengê wê yê ku şerm bû bilind bû, di nava qadên azadiyê de li tevahî welat belav bû û bû dengê li dijî zilm, desthilatdarî û avakirina pêşerojê bi mêr re."

 

ŞOREŞÊ FANATÎZMA OLÎ YA BI SALAN BI DAWÎ KIR

Ji ber xwezaya kevneperest a civaka Yemenê ku ji çanda girtî û fanatîzma olî bi salan hatibû rûniştandin, beşdarbûna çalak a jinên Yemenê di "Şoreşa Sibatê" de veguherînek mezin û ber bi çav bû. Ev veguherîn hundir û derveyî Yemenê matmayî kir.

Bi deh hezeran jin ji malên xwe derketin û li qad û cihên giştî çalakî û xwepêşandan lidar xistin. Ji meşa destpêkê ber bi her qadeke çalakiyê ve. Di nava şehîd û birîndaran de û ji kesên ku hatin girtin. Di nava çapemenî û nexweşxaneyên meydanî de û heta komîteyên ewlehiyê de. Di dilê şoreşa ku buhara welat bû li wir her tim jina Yemenî hebû.

 JIN BEŞDARÎ KONGREYÊ NIŞTÎMANÎ BÛN

Tecrûbeya diyalogên niştîmanî li Yemenê ya sala 2013`an tecrûbeyeke cûda li herêmê bû. Jinên Yemenê bi awayekî çalak beşdarî kongre bûn. Li gorî mekanîzmeya rêveber a Însiyatîfa Kendavê; divê jin weke pêkhateyeke girîng di civakê de di Kongreya Diyalogên Niştîmanî de cihê xwe bigre. Ev yek ji aliyê komîteya fenî ku kongreya diyalogên niştîmanî ava kir, pêk hat. Li ser partî û hêzên siyasî hate ferzkirin ku di kongreyê de koteya jin ji sedî ne kêmî 30 be.

Her wiha nûnertiya taybet a jinên serbixwe bi 41 endamî bû. Hejmara jinên ku beşdarî kongreyê bibûn gihaşt ji sedî 30 endamên Kongreya Diyalogên Niştîmanî ku hejmara giştî 262 endam bû.

Rexmî vê yekê  jî lê partî û hêzên siyasî di pratîkê de para jin di kongre de nedanê. Rêjeya rast ji nûnertiyê re di çarçoveya wan partiyan de ji sedî 20 heta 25 bû. Her wiha jinan ji ber lawazbûna hevgirtina di navbera jinên ji partiyan û jinênê serbixwe de û dozên girêdayî jinan, zehmetî kişand.

DESTKEFTIYÊN JINAN

Ruxmî astengiyên ku rastî jinên Yemenê tên, lê di Kongreya Diyaloga Nîştimanî de karîn gelek maf û destkeftiyan bidest bixin ku di dirêjahiya serdeman de bi rêya deste, rêxistin û yekitiyên jinan ên cuda banga wan dikirin.

Jinên Yemenî rola xwe ya siyasî aktîv kir, rêgeza welatîbûn û wekheviyê pêk anî. Tevahiya cureyên tundiya li dijî jinan sûcdar kirin û bi rêjeya 4 endaman ji 17 endamam tev li xebatên amadekirina destûrê bûn.

Der barê mijarê de nûçegihan û hiqûqnasê yemenî û endama Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Yemenê Wedha Murşid behsa tevgera jinan a li Yemenê di şoreşê de kir û diyar kir ku wê di mijara mafan, azadiyan û tunekirina newekheviyê de gav avêtiye.

Wedha diyar kir ku digel zextên olperestan, êlan û civakê, hewldanên wan di Kongreya Diyaloga Nîştimanî de bi pejirandina kotayê encamdar bûn ku yek ji endamên wê bû. Kota; diyarkirina rêjeyekê, an jî hejmareke diyarkirî ji desteyên hilbijartî ye, mîna parlamenteran û meclisên şaredariyan ên jinan, da ku jin bigihêjin cihên qanûndanîn û biryardayînê.

Wedha wiha domand: "Ji bilî kotaya di kursiyên ciwanan û rêxistinên civakî yên sivîl de ku ne sazûmankirî ne, ji bo jinên serbixwe 40 kursî hatin diyarkirin. Jin bi rêya kongreyê sînorê herî zêde yê mafan bi dest xist ku tev li qanûndanînê bibe, mafên jinan û zarokan di destûra bê ya welêt de saz bike di nav de kota, qedexekirina zewicandina zarokan, dayîna hemwelatîbûnê ji tevahî jinan re, li gorî rêgezên civakê jin tev li artêşê û hêzên ewlekariyê bibe.”

ŞER BANDOR LI JINAN KIR

Bi hilweşandina rejîma Elî Abdullah Salih re li ser pêşeroja welat xweşbîniyek çêbû, lê hevpeymana Salih bi Hûsiyan re her nîşaneyên erênî yên hêviyê di jiyana yemeniyan de têk bir.

Piştî du salan ji derketina Salih ji desthilatê, Salih û Hûsiyan mîna ku yemenî bi nav dikin "derbe" li dijî rewabûna serok Ebid Rabbu Mansur Hadî di Îlona 2014'an de plan kir. Vê yekê hişt ku Erebistana Siûdî di Adara 2015 'an de bi pêşengiya Koalîsyona Erebî mudaxele li Yemenê bike.

Ji wê demê ve Koalîsyona Erebî ya ku piştgiriya hikumeta Ebid Rabbu Mensûr Hadî dike û her wiha hûsiyên bi piştgiriya Îranê dest bi vekirina eniyên şer li seranserî parêzgehên Yemenê kirin û yemenî ev 7 sal in di bin giraniya vî şerî de dijîn

Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe de piştrast kir ku Yemen di cîhanê de di dijwartirîn aloziya mirovahiyê de ye. Her wiha destnîşan kir ku ji ber alozbûna rewşa welêt li gel tunebûna çareseriyan di asoyan de, Yemen li ber hilweşînê ye.

Di bin mercên dijwar ên şer de, jinên yemenî xwe di nav rûbirûbûneke rasterast, takekesî de dîtin çi yên di nav kampên koçberiyê de dimînin an jî  li gundên dûr û ji bîrkirî ku hêsantirîn pîvanên jiyana bi rûmet tê de nînin an jî li bajarên qerebalix, bi xizanî, bihayên bilind û nexweşiyên kujer bi cih bûne.

Çalakvana mafên mirovan a Yemenê Wedha Murşid diyar kir ku ji ber şer jinên yemenî hevser û zarokên xwe yên ku bi zorê ji eniyan re hatin şandin winda kirin û wiha berdewam kir: “Hinek din jî ji ber xizanî neçar man tev li ketîbeya Zînabiyat bibin, ku karên wan çewisandin, şantajkirina jinan û leşkerkirina wan di fihuş û îstîxbaratê de ye. Ev beş ji jiyana jinên yemenî ya di dîrokê de ya herî xirab e, ku her cure binpêkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer li dijî wan hatin kirin.”

Wedha da xuyakirin ku şer qonaxeke cuda ya şîdetê li dijî jinan daye destpêkirin nexasim di civakek muhafezker de mîna Yemenê ku Hûsiyan her cure sûcên şer li dijî jinan kirine, ji lêdanê bigire heta bigihêje kuştinê, destdirêjî, revandina bi zorê, koçberkirin û pêşîlêgirtina xebatên jinan û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Me xwe di binê maf û azadiyan de dît ji wê zêdetir em ji mafên mirovahiyê yên herî besît anku mafê jiyanê bê par man."

Rêxistina Rights Radar a Mafên Mirovan a Cîhana Erebî, hemwextî Roja Jinan a Cîhanê (8`ê Adarê) daneyên sala 2020'an di bin navnîşan `Yemen, jin di nav şer de` eşkere kiribû ku ji destpêka şer ve li 19 parêzgehên Yemenê bi hezaran sûc li dijî jinan pêk hatine û hîna pêk tên.

Li gorî raporê, rêxistinê ji Îlona 2014'an ve û heta dawiya Kanûna 2019'an nêzî 16 hezar û 667 sûcên ku aliyên şerê çekdarî li dijî jinan li 19 parêzgehên Yemenê pêk anîne belge kirin. Di nav de 919 jin hatine kuştin, hezar û 952 jin birîndar in û 384 jin hatine revandin, wendakirin û îşkence li wan hatiye kirin.

Rêxistinên mafên mirovan xwekuştina 7 keçan di girtîgehên Ensarallah a "Hûsî" de ji ber tecawiza komî û dubarekirî ya çeteyan belge kir.

Wehda behsa sûcên koma Ensarullah a Hûsî yên li dijî jinan kir û got: “Ji ber derbeya Hûsiyan, xewna me ya dewleteke sivîl bi dawî bû. Wan şerekî li dijî yemeniyan da destpêkirin.”

Rêxistina Rights Radar a Mafên Mirovan a Cîhana Erebî sûcên kuştinê yên ku koma Ensarullah a Hûsiyan ên li dijî jinan pêk anîne belge kirin. Li gorî rêxistinê derdora 668 jin hatine kuştin û hezar û 733 jinên din jî birîndar in.

Wedha piştrast kir ku wek hiqûqnasên jin ew hewl didin aştiyê li gorî şertên aştiya rastîn pêk bînin û wiha pê de çû: “Ji bo ragihandina dengê jinên yemenî û azarên wan, divê jin tev li xebatên siyasî û diyalogê bibin.”

Wedha bang li NY'yê û şandeyê navneteweyî kir ku fişarê li koma Ensarallah bikin da ku hemû girtiyên jin ên di zindanên xwe de serbest berdin û got ew dixwazin sûcên li dijî jinan bighînin dadgehên navneteweyî û sûcdarên şer werin darizandin. Wedha xuya kir ku her çiqas peymaneke siyasî yan jî lihevkirinek çêbibe, lê ev sûc bi lihevkirinan û lihevhatinan ji holê ranabin û divê hesab ji sûcdaran were xwestin.

Wedha di dawiyê de got: “Dema ku şer bi dawî bibe, em hêvî dikin ku vegerin cihê ku me di Kongreya Diyaloga Nîştimanî de bi dawî kiriye, da ku li ser tevahiya astên wê hemwelatîbûnek û wekheviyek bêtir ava bikin."

(bx-şx)

ANHA