Paris daxwaza lidarxistina civînekê ji bo Koalîsyonê Navneteweyî kir

Piştî ku DAIŞ`ê jinûve li Iraqê derket, Fransayê xwest ku civînek ji bo dewletên Koalîsyonê Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê, were li darxistin.

Paris daxwaza lidarxistina civînekê ji bo Koalîsyonê Navneteweyî kir
3 adar, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP'ê, Wezîrê Karê Derve ya Fransayê Jean-Yves Le Drian ji Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Neteweyî ya Fransî re diyar kir ku li ser asta rewşa Iraqê de bi taybet DAIŞ ji nû ve bi hêz derket.

Jean-Yves Le Drian da zanîn ku ev rewşa hişt ku ew û rayedarên Iraqê ji koalîsyona ya li dijî  DAIŞ'ê daxwaza civînekê bikin, ku ev demeke  dirêje  de necivîne.

Le Drian anî ziman ku divê koalîsyon bi lez bicive û texmîn kir ku ev yek wê pêk were.

Serokê Amerîkayê ya berê Donald Trump berî ku ji Koşka Spî derkeve, hejmara hêzên Amerîkayê li Iraqê daxist 2 hezar û 500 leşker, lê Fransa bang li Joe Biden kir ku girîngiyê bide şerê li dijî DAIŞ'ê.

(dm)