KCÊE'yê ji bo çalakiyên xwedîderketina li Şengalê banga tevlîbûnê kir

KCÊE dê ji bo xwedîderketina li Şengalê di 4-6'ê Adarê de li bajarê Kleve yê Almanyayê çalakiyan li dar bixin. KCÊE`yê ji bo ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kir.

KCÊE'yê ji bo çalakiyên xwedîderketina li Şengalê banga tevlîbûnê kir
3 adar, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropayê (KCÊE) têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û ragihand ku wê di navbera dîrokên 4-5-6’ê Sibatê de li Kleveyê çalakiyên xwedîderketina li Şengalê bên lidarxistin û banga tevlîbûnê li her kesê kir.

KCÊE ev got: “Bang li civaka xwe, welatparêz, dost û hevalên xwe dikin ku tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên xeter ên li ser Şengalê tên kirin, bibin û xwedî li berxwedana Asayîşa Êzidxanê bibin û dengê Êzidxanê bilind bikin.

Divê em hişyar bin û xwedî li Asayîşa Êzidxanê derkevin, bêdeng nemînin. Eger ku em şagirtên Mam Beşîr û li ser rêya Mam Zekî ne, divê em heta dawî bi dilsozia wan, xwedî li Şengalê derkevin û biparêzin.

Çawa ku dijmin li Garê têk çû, divê em nehêlin li Şengalê jî bi ser bikeve. Em berxwedana Garê silav dikin û dibêjin wê serketin a bîr û baweriya Mam Zekî û Mam Beşîr b

Em bang li gelê xwe yên herêma Dûîsbûrg, Wesel û Emmerîch dikin ku tevlî çalakiya ku wê 3 rojan dom bike, bibin.

Çalakî wê li bajarê Kleve 4,5,6’ê Sibatê her roja saet 14:00 heta 16:00’an kon bê vedan û roja dawî jî wê bi meşekê dawî li çalakiya me bê anîn.”