Wezareta Derve ya Rûsya cezayên Amerîkayê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Rûsya cezayên Amarîkayê li dijî Moskovê şermezar kir û ev ceza wekî "kiryarek dijminatî" bi nav kir û soza da ku bi girtina tedbîrên guncav wê bersivê bide.

Wezareta Derve ya Rûsya cezayên Amerîkayê şermezar kir
3 adar, 2021   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî Amerîkayê(DYA) duh cezayên li dijî rayedarên payebilind ên Rûsyayê birîn. Ev ceza wekî bersiveke jehkirina muxalifê Rûsyayê Alexei Navalny ye.

Ev ceza wekî cezayên yekem li dijî Rûsyayê ne ku ji aliyê serokê DYA`yê Biden hatin ragihandin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Maria Zakharova diyar kir ku Washington û Bruksel bi ferzkirina cezayên nû li dijî Rûsyayê hewl didin çavên xwe ji pirsgirêkên xwe ên hundirîn bigirin.

Zakharova destnîşan kir ku hevkariya şeklî ya di navbera Yekitiya Ewropayê û DYA`yê de tenê li ser "rosphobia" ye. Her wiha Zakharova piştrast kir ku her du alî peywirên xwe yên navneteweyî binpê dikin.

(dx)